‘Dixwazin bi rakirina bilez a kavilan ser heqîqetê bigirin’ 2023-02-22 14:47:33   SEMSÛR - Prof. Dr. Mehmet Zîncîr ê Pisporê Tenduristiya Gel rakirina kavilan nirxand û got: “Rejîma ku ji bo xebatên lêgerînê û rizgarkirinê lez nekir, niha jî ne li gorî rêbazê kavilan radike û ev trajîk e. Dixwazin ser heqîqetê bigirin û di warê tenduristiyê de sosret e.”   Li gorî daneyên fermî li Semsûrê ji ber erdhejê hezar û 485 avahî bi temamî hilweşiyan e. Nêzî 5 hezar avahî jî xesarên giran lê çêbûne û li benda hilweşandina bi lez in. Ne li gorî daneyên fermî herî kêm 11 hezar kesan li Semsûrê jiyana xwe ji dest dane. Piştî erdhejê 5 roj şûnve dest bi rakirina kavilan hat kirin. Xelk bertek nîşanî rakirina kavilan a bi kemeçeyan dide.    Kavilên tên rakirin dibin li çemê Egrîçay ê kêleka Herêma Pîşesaziya Organîzeyê ya Semsûrê vala dikin. Prfo. Dr. Mehmet Zîncîr ê ku Pisporê Tenduristiya Gel e diyar kir ku valakirina van kavilan dê rê li ber pirsgirêkên mezin veke û talûkeyek mezin bi xwe re tîne. Zîncîr bal kişand ser kavilên ku tên valakirin dê xetereya pirsgirêka tenduristiyê bi xwe re bîne û wiha got: “Rejîma ku ji bo xebatên lêgerînê û rizgarkirinê lez nekir, niha jî ne li gorî rêbazê kavilan radike û ev trajîk e. Dixwazin ser heqîqetê bigirin û di warê tenduristiyê de sosret e.”   MA / Omer Akin