ÎKK’a Rihayê ya TMMOB’ê: Divê efûya îmarê ji rojeva welat bê derxistin 2023-02-22 15:32:43   RIHA - ÎKK’a Rihayê ya TMMOB’ê diyar kir bi efûyên îmarê çêkirina avahiyên qeçax tê teşwîqkirin, xwest ku polîtîkayên têkoşîna bi afetê re û bajarvaniyê bê guhertin.   Lijneya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) a Rihayê ya Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan (TMMOB) rapora lêkolîna destpêkê ya ku ji bo erdhejê hatiye amadekirin bi civîna çapemeniyê ya li Şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê ya Rihayê aşkere kir. Sekreterê ÎKK’a Rihayê yê TMMOB’ê Fîkret Çakir diyar kir ku hilweşandin di encama pêkanîn û polîtîkayên ku li gorî pêdiviyên zanistî û teknîkî tevnagerin de pêk hatiye. Çakir ê diyar kir bi efûyên îmarê çêkirina avahiyên qeçax tê teşwîqkirin, bi lêv kir ku îhmal hene divê polîtîkayên têkoşîna bi afetê re û bajarvaniyê bê guhertin û anî ziman ku divê stoka avahiyê ya hemû bajaran were çêkirin û ji erdhejê re bên qayîmkirin. Çakir ji bo ku heman rewş di erdhejên gengaz de dubare nebin tiştên ku divê bên kirin rêz kirin.