Li Amedê mexdûrên erdhejê bi zorê ji dibistana ku lê dimînin tên derxistin 2023-02-22 16:01:32   AMED - Malbatên ku xaniyên wan weke bixesar hatine tespîtkirin, bi zorê ji Dibistana Seretayî ya Yahya Kemal Beyatli ya lê dimînin tên derxistin.    Li navçeya Rezan a Amedê Dibistana Seretayî ya Yahya Kemal Beyatli ya mexdûrên erdhejê lê dimînin tê valakirin. Malbatên ku li dibistanê dimînin diyar kirin klu ji ber xaniyên wan bixesar in nikarin vegerin malên xwe û ji dibistanê bi darê zorê tên derxistin. Mexdûrên erdhejê yên xwe gihandin ajansa me bi lêv kirin ku ji aliyê peywîrdaran ve bi darê zorê hatin derxistin û cihekî ku lê bimînin jî nîşanî wan nedane. Mexdûrên erdhejê diyar kirin ku ji wan re hatiye gotin ku heke ji dibistanê dernekevin wê gazî polîsan bê kirin û banga piştevaniyê kirin.