Piştî çend rojan dema cilêt û eynik dît… 2023-02-22 16:57:10 MEREŞ - Dogan Şeker ê ku li gundê Mîralî yê li herêma Nergele ya navçeya Nûrheqê xaniyên wan hilweşiyan û ji roja erdhejê ve derfetên wî yên traşbûnê nebûn, li ber eynika wesayîta alîkariyê ya hatiye gund tiraş bû.    Dogan Şeker (65) ê ku li gundê Mîralî yê li herêma Nergele ya navçeya Nûrheq a Mereşê xaniyên wan hilweşiyan û ji roja erdhejê ve derfetên wî yên traşbûnê nebûn, li ber eynika wesayîta alîkariyê ya hatiye gund tiraş bû. Şeker ê petekî avê û cilêt girt dest xwe û derbasî ber eynikê bû wiha got: “Mala me xera bû, ji ber eynik nebû min îro firsend dît ku traş bibim. Rihê min çend roj bûn her tim dixurî. Dema ku min av û cilêt dît xwest ji vê xurînê xelas bibim. Neçar mam.”   MA / Adnan Bîlen