Kesê êrişî HDP'ê kir hat berdan 2023-02-22 18:23:28   STENBOL- Mehmet Beyazitê ku êrişî Rêxistina HDP'a Stenbolê kir, hat berdan. Mehmet Beyazitê ku duh êrişî Rêxistina HDP'a Stenbolê kir, hat berdan. Beyazit, duh çûbû avahiya partiyê û ji endamên partiyê re gotibû "hûn terorîst in" û êrişî wan kiribû û endamên partiyê jî ew bêbandor kiribûn û radestî polîsan kiribûn. Piştî êrişê Walîtiya Stenbolê jî daxuyaniyek belav kir. Walîtiyê derpêş kir ku bi sûcê "heqaret", "destdirêjî, destavêtin û gefxwarin" û "zirara li mal û milk" gelek qeydên êrişkar hene û li Nexweşxaneya Demargirî û Perwerdehî û Lêkolînê ya Ord. Prof. Dr. Mazhar Osman a Bakirkoya Stenbolê qeyda wî heye.  Beyazit, piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 7'an hat kirin. Dadgeriyê Beyazit berda. Parêzerê partiyê Ferdî Yamar, bertek nîşanî berdana Beyazit berda. Yamar diyar kir ku HDP, bi awayekî sîstematîk rastî van êrişan tê û got ku daraz jî bi polîtîkaya "bêcezatiyê" ser van sûc û êrişan dinixumîne.