CPJ: Rojnamevanan bi ‘terorîzmê‘ sûcbar nekin 2023-02-22 23:33:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Parastina Rojnamevanan, bang li dewleta Tirk kir ku xebatkarên çapemeniyê hew bi “terorîzmê“ sûcdar bike û rojnamevanên girtî berde.    Îdianameya Serdozgêriya Enqereyê, têkildarê Kar û Barê Nivîsê yê Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yûrtsever, nûçegihan Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Emrûllah Acar û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Ozgur Deger ku girtî ne, nûçegihana MA’yê Zemo Aggoz û Mehmet Gunhan ku bi demekê wek stajyer li buroya MA’yê ya Enqereyê xebitî, amade kir, hat qebûlkirin.    Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bi daxuyaniyekê bertek nîşanê sûcbarkirina rojnamevanan bi “endamtiya rêxistina teror“ da.    Dîrektorê Bernameyên CPJ’yê yên li New Yorkê Carlos Martînez de la Serna, got: “Divê rayedar van sûcbarkirinan betal bikin, hemû rojnamevanên ji ber ku bi karê xwe rabûne û girtine, serbest berdin û rojnamevaniyê hew bi terorîzmê sûcbar bikin.“    CPJ’yê da xuyakirin ku ji bo wergirtina şîroveyê têkildarê rewşa heyî, e- posta ji Serdozgêriya Komarê ya Enqereyê û Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re şandine, lê bersiva wê nehatiye dayîn.