Piştî erdhejê rewşa Defneyê 2023-02-23 09:55:40   HATAY – Navçeya Defneyê piştî her du erdhejên Mereşê du erdhej li wir jî çêbûn û avahiyên saxlem jî hilweşiyan. Em bi tirs di cadeya Gunduz de ku avahî lê li ber hilweşandinê bi pêş ve çûn û em bi dîmenên ku şer tîne ber çavê mirov re rûbirû man.    Bi ser erdhejên ku navenda wê Mereş bû û bi pileyên 7,7 û 7,6 çêbûn re 18 roj derbas bûn. Heta niha bîlançoya qurbaniyên erdhejê 43 hezar û 556 kes hatine eşkerekirin. Yek ji wan bajarên ku herî lê hilweşandin pêk hat jî Hatay û navçeyên wê ne.    BAJAREK XEYALET    Piştî her du erdhejên mezin ên li Mereşê, vê carê di 20’ê sibatê de du erdhejên ku navenda wê navçeya Defneya Hatayê bûn çêbûn. Kolan û cadeyên Defneyê bi kavilan tije bûye. Her avahiyek li ser pêya me li ber hilweşandinê ye. Mirov dibêje qey dê bi ser mirov ve hilweşe.      DILXWAZÊN PIŞTEVANIYÊ    Endam û rêveberên HDP, DBP, SYKP, KESK’ê, xwendekarên zanîngehan û dilxwaz bi şev roj li Defneyê dixebitin. Bi rojane li wir dixebitin û piştevanî û alîkariya gel dikin. Ji halê xwe ve çûne. Ji westandinê û sermayê ber çavê hin dilxwazan reş û şîn bûye. Lê balkêşe ku li asîmanê navçeyê her tim helikopter digerin.    Tê gotin ku helîkopter ji bo tespîta avahiyên nû ka hilweşiyan e an na dikin. Erdhejok an go erdhejên li pey hatî bênavber didomin.    LI CADEYÊ KEVIR LI SER KEVIRÊ NEMAYE    Li taxa Armûtlûyê dîsa gelek avahî hilweşiyane. Avahiyên li ser cade û kolanan ya hilweşiyan e ya jî xesarên giran dîtine. Li cadeya Gunduz gelek avahî hilweşiyan e û yên mane jî li ber hilweşandinê ne. Polîsan hişyarî da me û dibêjin, “ew avahî dibe ku hilweşin, nekevin cadeyê.” Lê dîsa jî ji bo em dîmenên cadeyê ji raya giştî re bidin nîşandan, em berê xwe didin nav cadeyê. Ji ber hilweşandinê li cadeyê dîmenên şer tîne ber çavê mirov.    Cade ji ber hilweşandinê bûye cihek wisa bitirs û bixof. Bil ez û bez em derketin ser avahiyek 8 qatî ku hinek saxlem maye û me li qata jor û me li vir dîmenên tabloya ku bi sedan kes lê canê xwe ji dest daye girt.    DI BIN XIRBEYAN DE LI BÎRANÊN XWE DIGERIN    Em hin welatiyan li ber avahiyên hilweşiyane dibînin û hê jî wê tişta ku hatiye serê wan ji ser xwe neavêtine. Welatî ji aliyekî dilê wan bi xem e ji aliyekî ve jî bi telefonên xwe dîmenên dikan û malên xwe digirtin. Hin welatî dibêjin hre çiqas xetere be jî lê diçin hundirê malên xwe û eşyayên xwe yên saxlem û bi nirx derdixin. Hin welatî jî di bin kavilan de li bîranînên xwe digerin.      RAKIRINA KAVILAN SEKINÎ YE    Li navçeyê piştî erdheja di 20’ê sibatê de çêbû xebatên rakirina kavilan hat sekinandin.    Ne mimkin e mirov bikev hûn kolanan. Hin welatî dibêjin ji roja erdhej çêbûye û heta niha mirovekî cesaret nekiriye û neçûye cenazeyek jî dernexistiye.    ‘NE ERDHEJ, KAPÎTALÎZM DIKUJE’    Li parkek navçeyê bi konên dilxwazan, endam û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tije bûye. Ev dilxwaz û endam û rêveber ji bo birînên mexdûrên erdhejê bipêçin bênavber dixebitin û alîkariyê digihînin wan. Pankartên ku nivîsên, “Ne erdhej kapîtalîzm dikuje” û “Helbet em ê rojekê hev bibînin” li ser nivîsandê balê dikişînin ser xwe.      TAXÊN HERÎ KU ZÊDE RÛXIYANE    Welatiyek ku bi awayek dilxwaz di nava xebatên dilxwaz de cih digire diyar kir ku navçeyên navendî Defne û Antakya yên Hatayê herî zêde xesar dîtine û wiha got: “Herî zêde taxên Armûtlû, Sumerler, Elektrîk, Gazî û Çekmece yên Defneyê û taxên Urgenpaşa, Odabaşi, Kuçukdalyan, Akevler û Cumhuriyet yên Antakya hilweşiyane û xesar dîtine. Hin malbatên li vir naxwazin bikevin konan. Dixwazin li cihê lê ne bicih bibin. Lewma konan peyda nakin. Di baraqeyên bi derfetê xwe çêkirine de dimînin.”    Welatiyê dilxwaz anî ziman ku li bajêr herî zêde pêdivî bi konan heye û wiha axivî: “Dewlet dixwaze welatiyên ku naxwazin warê xwe terk bikin, terbiye bike. Ji gundan tu agahî tune ye. Em rewşa gundan nizanin. Em tenê dikarin bi rewşa bajêr re eleqedar bibin.”    FEQÎR LI BAJÊR MANE    Nûnerên rêxistinên sivîl ên li bajêr dibêjin ku ji sedî 70’ê bajêr hilweşiyaye û xesara giran lê çêbûye û ji ber vê yekê jî xelk neçar maye ku koçber bibe. Nûnerên rêxistinên sivîl didin zanîn ku kesên rewşa wan baş koç kirine û malbatên feqîr jî di nav êş û tirsê de mane.    MA / Azad Altay - Mujdan Can