Xwe spartin goristana ku xizmên xwe lê defin kirine 2023-02-23 10:29:15   MEREŞ - Şêniyên gundê Davutlarê di 8 rojên erdhejê de xwe spartibûn goristanê û li wir diman. Şêniyan, xizmên xwe yên di bin kavilan de bi makîneyeke kar a kirê kirin derxistin û defin kirin.    Li gundê Davutlar ê Bazarcix a Mereşê di encama erdhejan de hilweşîneke mezin çêbû. Ji 48 malên gund 46 jê yan herifîn an jî xesareke mezin gihiştê. 5 ciwanan, ji bo 65 şêniyên gund ên ji erdhejê xelas bûyîn li baxçeyê cemxaneyê kon hate vegirtin û şênî li wir man. 5 ciwanên ji heman taxê, bi derfetên xwe gelek kes ji bin kavilan sax derxistin û cenazeyên 8 kesan jî di bin kavilan de man. Piştre jî şêniyên gund ji gundê Narliyê makîneyeke kar kirê kirin, cenaze ji bin kavilan derxistin û defin kirin. Şêniyên ji erdhejê xelas bûyîn jî di 8 rojên ewil ên erdhejê de bi şev û roj man li goristana ku xizmên xwe lê defin kiribûn.    HEVJÎN Û 5 XIZMÊN XWE WINDA KIR   Ji şêniyên gund Mehmet Doganli ji bin kavilan bi saxî hate xelaskirin. Doganli, di erdhejê de hevjîn û 5 xizmên xwe winda kir. Doganli bi saya ciwanên gund, hefteyek piştre hate xelaskirin.    CIWAN BI HAWARA WAN VE ÇÛN   Yek ji şêniyên taxê Meryem Dadalloglû ya 84 salî wan kêliyan wiha vedibêje: “Nîviya laşê min di bin kavilan de mabû û 4 saetan bi wî awayî mam. Gundî hatin û em xelas kirin. Ji gundê me 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku em hatin xelaskirin, derbasî cemxaneya gund bûn. Ji wir jî em derbasî bereqeyeke li goristana gund hatiye çêkirin bûn. Me betaniye li xwe werpêçan, li ser kursiyan man û 7-8 rojan halê me ew bû. Piştre jî ciwanan li baxçeyê cemxaneyê kon vedan û em bi cih kirin. Zarokan li me nihêrt. Hikûmetê qet li me nenihêrt û qet nehat. Ciwanên me bi xwe ev der çêkirin.”    AKP Û CHP’IYAN TENÊ GUHDAR KIRIN   Okkeş Kaynar jî got ku ji bin kavilên avahiya xwe bi derfetên xwe derketiye û wiha dom kir: “Heta niha jî tu alîkarî ji me re nehatiye şandin. Parlamenterên AKP û CHP’ê hatin gund. Me tiştên bi serê me hatine ji wan re vegotin lê tenê digotin ‘temam, temam.’ Piştî çûyîn jî tiştek nekirin. Bo me ne gotin lê kirin lazim e. Heke bizavek nebe ma em ê çi bikin. Em hefteyekê li goristanê man.”    8 ROJAN LI GORISTANÊ MAN   Şêniyê bi navê Alî Hazir jî da zanîn ku ciwanên taxê bi mircan kavilên avahiyan şikandin û 5 kes sax derxistine. Hazir, got ku xizmên kesên jiyana xwe ji dest dayîn bi derfetên xwe makîneyeke kar kirê kirine, ji bin kavilan derxistine û defin kirine. Hazir, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di sibeha erdhejê de em li pêşiya cemxaneyê bûn. Berf û baran dibariya. Gundiyekê me li goristanê koneke bi 20-30 metreyan dirêj û 6-7 metreyan jî fireh veda bû. Li derdora konê jî branda bi cih kiribû. Me sobeyên xwe yên mezin ên li cemxaneyê birin wê derê û danîn. Em 8 rojan li wir ser kursiyan man. Alîkarî di roja 3’yan de gihiştin vê derê. Qeymeqamtiyê tu alîkarî neşandin. Piştre cendirmeyên ku em nas dikirin, alîkariyên biçûk kirin. Ji bilî wê hemû alîkariyên din ji derveyî welat hatin. Alîkariyên ku şaredarî û dilxwazan şandin jî hene. Lê tu alîkariyên walîtî û qeymeqamtiyê şandin tune ne.”    MA / Dilgeş Ruvanas