Ji AYM’ê derbarê êrişa li dijî Dayikên Şemiyê de biryara ‘binpêkirina maf’ da 2023-02-23 11:08:27 ENQERE – AYM’ê serlêdana ji bo êrişa li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 700’î biryar da û diyar kir ku 24 sal in çalakî zirarê nedaye pergala cemaweriye û biryara binpêkirinê da.    Dayikên Şemiyê ji 27’ê Gulana 1995’an ve ji bo aqûbeta windayan û cezakirina kujeran li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya heftane li dar dixin. Dayikên Şemiyê di hefteya 700’î de roja 25’ê tebaxa 2018’an xwestin çalakiyek girseyî li dar bixin. Dayikên Şemiyê bi qedexeya Wezareta Karên Navxweyî re rûbirû ma. Polîsan êrişî dayikan kir û li wan da û gelek Mirovên Şemiyê kirin binçavan. 47 Mirovên Şemiyê tevî ku tundî li wan hat kirin jî bi hêceta “Muxalefetiya Qanûna Meş û Xwepêşandanan a Jimara 2911’an” hatin tawanbarkirin û doz li wan hat vekirin.    SERDOZGERIYÊ RED KIR    Masîde Ocak Kişlakçi ku bi tundiya polîsan re rûbirû mabû û hatibû binçavkirin, li dijî muameleya lê hatiye kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabû û giliyê polîsan kiribû. Serdozgeriyê biryara redkirina gilîkirinê da û bi pey vê re di hezîrana 2019’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.    WEZARETÊ BÛYERÊ RED KIR    AYM’ê serlêdana Ocak nirxand û ji Wezareta Karên Navxweyî parastinê xwest. Wezaretê bi sedema ku serlêdan bihûriye nayê qebûlkirin ku jê parastin bê xwestin. Wezaretê îdia kir ku tundî û mauemeleya xerab a li Mirovên Şemiyê nehatiye kirin. AYM’ê bi hêceta ku 15 roj şûn ve rapor piştî bûyerê hatiye girtin, serlêdanê di warê muameleya xerab de red kir.    ÇALAKIYA AŞTIYANE YE    AYM’ê di biryara xwe ya nirxandî de diyar kir ku 24 sal in her hefte ev çalakî ji bo aqûbeta windayan tê li darxistin û ev çalakî tu zirarê nade cemaweriyê û çalakiyek aştiyane ye tê lidarxistin. AYM’ê têkildarî êriş û tundiya li çalakiyê hatiye kirin jî wek binpêkirina mafên mirovan hatiye dîtin û êrişa polîsan li dijî hiqûqê hatiye kirin. AYM’ê da zanîn ku mafê civîn û xwepêşandanê hatiye binpêkirin.