Mexdûrên erdhejê li dijî konbajar in: Gelo ma li Amedê tu cihên din nemabûn? 2023-02-23 11:17:39   AMED - Mexdûrên erdhejê yên li Amedê bêmal mayîn gotin ku naxwazin biçin “Konbajarê” ku Walîtiya Amedê li kêleka Çemê Dîcleyê çêkirî û hewl dide mexdûrên erdhejê bi darê zorê lê bicih bike dan û wiha gotin: “Cihê konbajar lê hatiye çêkirin, cihekî xetere ye. Em di erdhejê de nemirin lê dê li wir bimrin.”   Di encama erdhejên Mereşê de li Amedê 7 avahî hilweşiyan û cenazeyên 409 kesan hatin derxistin. Piştî erdhejê li ser 45 hezar û 149 avahiyan lêkolîna tespîtkirina xesaran hate kirin. Di encama lêkolînê de derket holê ku ji van avahiyan hezar û 110 jê xesareke mezin gihiştiyê, hezar û 44 jê nîvxesar û 977 jî kêmxesar in. Bi dehhezaran kes bêmal man û niha jî pirsgirêka cihê mayînê û xurekan dijîn. Mexdûrên erdhejê li konên park û baxçeyan hatine vegirtin û li dibistanan dihewin. Niha jî dewlet hewl dide ku mexdûrên erdhejê bi darê zorê veguhezîne “Konbajarê” li qeraxê Çemê Dîcleyê hatiye avakirin.    Mexdûrên erdhejê yên di konên li Qada Kentê ya Peyasê hatine vedan de dimînin, diyar kirin ku naxwazin biçin “Konbajarê” ku ji hêla qeyûm ve hatiye çêkirin û gelek xetere li ser hene.    GELEK XETEREYÊN ‘KONBAJAR’ HENE    Welatiya bi navê Hediye Gezer da zanîn ku xesareke mezin gihiştiye xaniyê wan, nikarin vegerin mala xwe û wiha bal kişand ser xetereya konbajar: “Hevjînê min ev 3 sal in li ser kursiya biteker e û ji ber nexweşiya şekirê lingekî wî hatiye birîn. Hevalên me ji me re daîreyek kiribûn lê ew jî çû. Em niha li derve mane. Li gel 2 zarok û hevjînê xwe em di bin konan de dimînin. Niha jî dixwazin me ji vir bibin konbajarê li ser rêya Farqînê. Gelo heke deriyê bendavê vebe em ê xwe çawa xelas bikin? Em naxwazin ji vir biçin.”    EM DI ERDHEJÊ DE NEMIRIN LÊ...    Ji welatiyan Îkram Kaçer jî ji ewil pirsa “gelo bi kîjan aqilî konbajar li qeraxê çem çêkirine” kir û berteka xwe wiha nîşan da: “Em di erdhejê de nemirin lê dê li wir bimrin. Heke bendav biteqe dê tevahiya gel bimre, dê tu kes nemîne. Ma dê kî biçe wê derê? Em di erdhejê de nemirin lê dê li wir ji ber lehiyê bimirin. Ma li Amedê ji bilî wê derê tu cih nemabûn? Dê kî di vê sermayê de biçe wê derê. Kê ev aqil daye wan? Ez ê li parkê razêm lê naçim wê derê.”    BERPIRSYAR AFAD E    Bedîha Bayirhan jî yek ji mexdûrên erdhejê yên Rihayê ye û berê xwe daye Amedê. Bayirhan, destnîşan kir ku naxwaze biçe konbajarê li qeraxê çem û sedema wê wiha vegot: “Ew der xetere ye. Heke ez biçim wê derê, wesayîta min tune ye. Ez keseka biyanî me û heke tiştek bibe dê çawa ji wir birevim. Heke li wir tiştek bi zarokan bibe berpirsyarê wê AFAD e.”    ‘HEKE ŞAREDARÎ DI DESTÊ KURDAN DE BÛNA DÊ REWŞ WIHA NEBÛYA’    Nûrîban Yavuz jî tevî keça xwe ya astengdar di bin konê de dimîne. Yavuz, bi lêv kir ku ji vê saetê û şûnde tekane daxwaza wan ew e ku cihê wan neyê guherandin. Yavuz, diyar kir ku keça wê astengdar e û wiha derbirî: “Qet nebe ev der nêzî navenda bajar e. Em kurd in û mîna di her erdhejê de, em kurd di vê erdhejê de jî bi tenê hatin hiştin. Em biçin ber kîjan derî, ew derî li ser me tê girtin. Konbajarê behsa xeberê gelek xetere ye. Nêzikatiya wan a li dijî me, ji ber kurdbûna me ye. Tu saziyên dewletê alîkarî nedaye me. Heke şaredarî di destê kurdan de bûna dê ev rewş derneta holê. Em îro nikarin biçin şaredariyan û derdê xwe jê re vebêjin. Heke di destê kurdan de bûna qet nebe dê ji derdê me re bûbûna derman.”    ‘ME TU RAYEDAR NEDÎTIN’   Welatiya bi navê Azîze Kurt jî got ku ev 18 roj in hêj jî pirsgirêka cihê mayînê dijîn û ev tişt anî ziman: “Tu kesê li vê derê naxwaze biçe wê derê. Ewlehiya me dikin hincet lê ma ewlehiya wiha çawa dibe? Tu kes li dora me nîne. 3 hezar kon li wir hatine vedan. Ma qet nabêjin nexweşî hene? Em naxwazin biçin. Ev bû 3 şev ez li ser bankê radizêm û hêjta betaniyek jî nedayîne min. Ji walî heta qeymeqam û serokkomar, kî hatibe vê derê me qet rûyê wan nedîtiye. Nehiştin em nêzî wan jî bibin.”    ‘DÊ ME DI LEHIYÊ DE BIKUJIN’   Jina bi navê Nerîman jî daxuyand ku tu avahiyeke lê vegerin tune ne û axaftina xwe wiha qedand: “4 zarokên min hene ku ji wan yek nexweşê otîzmê ye. Dibêjin ku dê me bişînin konbajarê li ser rêya Farqînê. Ev der, navenda bajar e. Hevjînê min dixebite û tu wesayît naçin serê wî çiyayî. Taksî ji 250-300 lîreyan kêmtir naçin wê derê. Ez nikarim zarokên xwe li vê derê bigirim. Heke deriyên bendavê vebin dê çi bi zarokên me bibin? Dê hewcehî bi kifin jî neke ji ber ku em ê di lehiyê de bimirin.”