Colemêrg a li ser xeta fayê di rojeva Meclisê de ye 2023-02-23 11:47:48   COLEMÊRG - Parlamenterê HDP’ê Saît Dede têkildarî Colemêrgê ku gelek xetên fayê lê derbas dibin xist rojeva Meclisê. Dede, ji 4 wezaretan pirs kir û wiha got: “Gelo ji bo erdhejeke li Colemêrgê tu tevdîr hatine girtin?”    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Saît Dede, têkildarî Colemêrgê ku gelek xetên fayê lê derbas dibin û xetereyeke mezin a erdhejê li ser heye, pêşnûmepirsek da Meclisê. Di pêşnûmepirsê de Dede xwest ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Wezîrê Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Mûrat Kurum, Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Adîl Karaîsmaîloglû û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca pirsên wî bersiv bide. Dede, di pêşnûmepirsa xwe de xwest ku tevdîrên pêwîst tavilê bên girtin. Dede, xwest ku divê tavilê avahî bên kontrolkirin bê ka li gorî danezana erdhejê hatine çêkirin an na û daxwaza temamkirina kêmaniyan kir.    Di pêşnûmpirsa xwe de Dede ev pir ji 4 wezaretan kir:    "* Di nava 5 salên dawî de li Colemêrg û navçeyên wê di mijara saxlemiyê de venêrîna çend xanî, avahî, kargeh û avadaniyan hatiye kirin?    * Xetereya li ser dibistan û nexweşxaneyan di çi astê de ye? Testa xwelibergirtina erdhejê û nirxandina rîskê hatiye kirin an na?    * Di encama venêrînê de ji bo çend avahiyan biryara hilweşandinê hatiye dayîn?    * Ji bo Colemêrg û navçeyê wê tu projeyên avahiyên komî yên dikarin xwe li ber erdhejê bigirin hene yan na?    * Ji bo ku welatî ji avahiyên xetere li ser heye xelas bibin, li Colemêrgê tu xebatên we yên ‘veguherandina bajar’ hene yan na?    * Ji bo erdhejeke îxtîmal çi xebatên we hene yan na? Li hemberî erdhejeke îxtîmalî çend qadên we yên kombûnê yên lezgîn hene? Rewşa xurek, av, ceyran, germkirin, serşok, daşir û hwd. a van cihên kombûnê çawa ye?    * Heta niha çende avahiyên li Colemêrg û navçeyên wê sûd ji efûya îmarê girtine?    * Gelo hûn dê planên îmarê yên Colemêrg û navçeyên wê li gorî xetên fayê yên çalak nû bikin an na?    * Di erdhejeke îxtîmalî ya li Colemêrgê de ji bo xizmetên cemaweriyê jê bandor nebin, tu planên we yên karesatê hene yan na?    * Heta niha li Colemêrgê çend kes di mijara xebatên lêgerîn-rizgarkirinê de hatine perwerdekirin? Ji ber ku zimanê gelê bajar kurdî ye, dê perwerdeya kurdî bidin xebatkarên lêgerîn-rizgarkirinê yan na?    * Qadên kombûnê yên erdhejê yên Colemêrg û navçeyên wê ku der in?    * Di erdhejeke îxtîmtalî ya li Colemêrg û navçeyê wê de, ji bo çareserkirina pirsgirêka kon û konteyniran tu tevdîr hatine girtin?    * Li şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin, sepanên jeofîzîkê û etûtên zemîn li gorî qanûnan hatine kirin an na? Gelo we şaredarî kontrol kirine?   *Rêyên di navbera Colemêrg û bajarên derdorê de gelek caran ji ber hezazê tên girtin. Di rewşeke îxtîmalî ya erdhejê de ji bo ev rewşa xetere dernekeve holê, gelo hûn dê tu xebatan bikin an na?    *Tenê ji rêyeke mirov dikare bikeve Colemêrgê. Ji bo çêkirina rêyeke din a alternatîf, gelo tu planên we hene yan na?    *Balafirgeha Geverê û xetên fayê li ber hev in. Gelo xetereya ku balafirgeh di erdhejê de xesar bibîne heye yan na? Ji bo pêşîlêgirtina vê tu xebatên we hene yan na?    * Nexweşxane û saziyên tenduristiyê yên li Colemêrgê gelo ji bo erdhejeke îxtîmalî saxlem in an na? Gelo li van avahiyan testa xwelibergirtina erdhejê hatine kirin an na?”