Alîkariyên PAME’yê hatin belavkirin: Dê piştevanî dinyayê biguherîne 2023-02-23 14:44:54   DÎLOK - TIR’ên alîkariyê yên PAME’yê li mexdûrên erdhejê hatin belavkirin. Li ser qoliyên alîkariyê peyama “Dê piştevanî dinyayê biguherîne” hatibû nivîsandin.    Eniya Milîtan a Hemû Karkeran (PAME) a Yewnanistanê ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re, 5 TIR’ên alîkariyê şandin. Nûnerên eniyê û endamên Sendîkaya Nakliyat-Îş’ê alîkariyên hatine şandin li Semsûr, Îskenderun, Samandag, Hatay, Mereş û Meletiyê li mexdûrên erdhejê belav kirin. Li ser qoliyên ji Yewnanistanê hatin şandin de peyamên dostanî û piştevaniyê hatibûn nivîsandin. Her wiha xêzên zarokan li ser qoliyan hebûn. Di peyamekê de wiha hatibû gotin: “Dê piştevanî dinyayê biguherîne.”    TIR’a ewilî ya alîkariyê ji bo Îskenderûnê, ya duyemîn bo Hatayê, ya sêyemîn ji bo Semsûrê, ya çaremîn bo Meletiyê û ya pêncemîn jî li Mereşê hate belavkirin.