Sancar: Em ê li gorî ruhê dîrokê û çandê bajarên xwe ava bikin 2023-02-23 14:49:35   MEREŞ - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku bajêr tenê ne ji avahiyan pêk tên û got: “Em ê van bajaran ji nû ve li gorî ruhê dîrok û çanda wê ava bikin.”    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li Mereşê û navçeyên wê serdana mexdûrên erdhejê kir û ji xebatkaran derbarê xebatên wan de agahî wergirt. Sancar piştî serdana li Narliyê derbasû Cemxaneya li Bazarcixê bû û lokme belav kir. Sancar li vir daxuyanî da.    Sancar anî ziman ku manzereya li Bazarcixê kezeba mirovan dişewîtine û got: “Me carek din li vir dît ku gelek mirovên xwe canê xwe ji dest dane. Em sersaxiyê ji hemûyan re dixwazin û dibêjin xwedê rehma xwe li wan bike. Tevî ku ewqas roj derbas bûn jî bêkoordînasyonî û bêplanî didome. Em dibînin ku hê jî alîkarî baş negihîştiye hemû gundan. Kon li hin deveran hene û li konbajaran jî pirsgirêka binesaziyê heye. Ji bo hemû pêdivî bên temînkirin divê hemû pirsigrêk bên çareserkirin û di warê eleqedariya bi zarokan re jî tengasiyên cidî hene.”   HÊ JÎ KÊMASÎ DIDOMIN    Sancar da zanîn ku tevî ewqas roj derbas bûne jî berdewamiya kêmasiyan nayê qebûlkirin û û wiha got: “Helbet sedemê vê hilweşandinê em dibînin ku polîtîkayên îktidarê ne. Mirov hilweşandina ewqas avahî nikare tenê bi erdhejê ve girê bide. Belê rast e xeta fayê di bin erdê de ye lê sedemên hilweşandina ewqas dijwar li ser ruyê erdê ne û ev zîhnet e û feraseta rêveberiya wan e. Qeyda van hemûyan hatiye kirin, hem di bîra me de hem jî di arşîvan de cih girtin. Divê ji hemû berpirsiyaran hesab bê xwestin. Em ê li ser pirsgirêkan bi axivin û em ê ji berpirsiyaran hesab bixwazin. Heke em vê nekin wê hemû felaket bi dijwarî bidomin.”    ‘MIROVAN PIŞTEVANIYÊ HÛNAND’    Sancar destnîşan kir ku di çar pênc rojên ewil ên erdhejê de dewlet û îktidarê tu alîkarî negihand mexdûran û wiha axivî: “Sedemê ewqas mirinan ew e ku mudaxileyek bi lez û bez nehat kirin. Her kes bi viya dizane. Xizmet û alîkarî di saetên ewil de negihîşt herêman û bû sedema mirina bi hezaran kes. Di vir de jî zîhniyeta îktidarê sedema bingehîn e. Em bi ferasetek ku ne jiyana mirovan û civakê li ber çavan digire bi îktidarek ku ketiye pey rantê re rûbirû mane. Lê tevî ewqas hilweşandin û êşa giran jî me dît ku mirovan bi piştevaniyê dest dest da destên hev û piştevaniyê hûnandin.   JI NÛ VE AVAKIRINEK LI GORÎ DÎROKÊ Û ÇANDÊ    Ji ber ku gelê me bêyî cudahiya bawerî û nasnameyan bike, bi lez û bez alîkariya hev kirin. Hemû mirov bûne yek giyan. Ev yek bû bersiva herî bi bandor li hêzên ku cihêkariyê weke polîtîkaya xwe ya bingehîn qebûl kirin. Li vir her kes yek giyan e û bi hawara hev vediçin. Nirxa vê yekê wê bi demê re baştir were fahmkirin. Hevgirtin di dermankirina birînan û kêmkirina êşan de bi bandor e, lê divê em wê bikin hêzek girîng a avakirina pêşerojê. Bajarên me helbet dê ji nû ve bên avakirin, ev yek bi înşaetan re e sînordar nabe. Ji nû ve avakirina bajaran, parastina çand, rabirdû û hemû jiyana wê yek ji erkên me yên herî girîng e. Divê em jiyanê ji nû ve ava bikin, ne tenê avahiyên wêrankirî. Dema em jiyanê ji nû ve ava dikin, divê em çand û dîroka xwe li vir esas bigirin.”   HÛNANDINA JIYANÊ    Bajarên me ne tenê avahî ne. Ji ber vê yekê divê em bi hev re bajarên xwe biparêzin. Em dizanin ku derfeta jiyana di malan de nemaye, gelê me neçar e koçî cihên din bike. Beriya her tiştî pêwîstiya starbûnê û daxwaza parastina jiyanê derdikeve pêş. Ev hemû pir xwezayî ne û divê bibin. Avakirina bêyî terikandina axa ku em tê de dijîn ne armancek e ku em bidin aliyekî. Berevajî vê em ê jiyanê ji nû ve ava bikin, lê em ê bi çand, rabirdû û dîroka ku li ser axa vir geş bûye, bikin. Em ê bi hev re welatekî nû ava bikin.”   ‘WÊ HEQARET Î GEFÊN ÎKTIDARÊ NIKARIBE GEL TÊK BIBE’    Sancar destnîşan kir ku nûnerên îktidarê ji bo ku şerma xwe veşêrin her tim heqaretê dikin û gefan dixwin û got: “Liv ir hezkirin, yekitî û pêkvekirina jiyanê heye. Dixwazin jiyanek bihûnînin. Heqaret û gefên îktidarê wê nikaribin vê enerjiya xelkê me û ruhê wan ê piştevaniyê têk bibin. Belê rast e êşa me giran e lê hêviya me ewqas jî saxlem e û wê rê nede neheqiyên îktidarê. Em bi hêviya rojên xweş li ber xwe didin û piştevaniya gelê xwe dikin. Hê jî îktidar li pey wê yekê ku xelkê bêdeng bike.    DIXWAZIN SER HEQÎQETÊ BIGIRIN    Duh ekranên hin kanalên televîzyonê bi cezayan girtin. Îro jî gelek malperên çapemeniya muxalîf ji xwegihandinê re asteng kirin. Dixwazin bi van astengiyan vî ruhê hatiye afirandin asteng bikin. Ew difikirin ku bi qutkirina dengê heqîqetê û veşartina bûyeran dê ji hesab dayînê rizgar bibin, lê wê gel destûrê nede vê û gel bêdeng nebe. Gel wê piştevaniya xwe berfirehtir bike û birînên xwe bipêçe. Îktidar sedemê hemû qurbaniyan û hiwleşandinê ye. Ev jî wezîfeya me ye ku em ê hesab ji îktidarê bixwazin.”