Xetereya Koçê: Bêyî ku ji qadan derkevin divê jiyana nû ava bikin 2023-02-23 14:58:04   SEMSÛR - Rêveberê Şaxa PSAKD’ê yê Semsûrê Yûsûf Ozperçîn bal kişand koça bi zorê ya ji ber erdhejê û wiha got: “Valakirina bajêr wê pirsgirêkên nû derxîne holê. Pêwîst e bêyî ku em ji qadan derkevin jiyaneke nû ava bikin.”   Li Semsûra ku yek ji bajarên herî zêde ji erdhejê bi bandor bû, mexdûrên erdhejê bi alîkariya dilxwazan dermankirina birînên xwe didomîne. Saziyên dewletê ku ji roja ewil ve ji xebatên lêgerîn û rizgarkirina ji bin kavilan re dereng man, di pêşwazîkirina pêdiviyên bingehîn ên mirovan de jî gelek kêm dimînin. Her çiqas wezaret bibêjin “Hemû gelê Semsûrê li konan hatin bi cih kirin jî” rastiyên li qadê gelek cuda ne.   KONBAJARÊ ZULFÎKAR   Yek ji saziyên ji roja ewil ve hewl dide alîkariya gel bike û alîkariyên ji bajarên cuda hatin di çarçoveya daxwazan de hewl dan bigihînin gel jî Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) e. Serokê wê yê Şaxa Semsûrê Zulfîkar Yilmaz bi malbata xwe re di bin kavilan de ma û 3 rojan li benda xelaskirinê ma. Hevalên Yilmaz ê di roja 3’yemîn de cenazeyê wî hate derxistin, ji bo navê wî bidin jiyîn “Konbajarê Zulfîkar Yilmaz” ava kirin. Hevalên Yilmaz ê bi dehan malbatên mexdûrên erdhejê wergirtin konan, hewl didin pêdiviyên bingehîn ên weke gerimbûn, xwarin û vexwarinê pêşwazî bikin.   PIŞTEVANIYEKE DEMDIRÊJ    Rêveberê Şaxa PSAKD’ê yê Semsûrê Yûsûf Ozperçîn diyar kir ku welatî û malbat hewl didin li bajarê kon lê hatiye vedan li hev bicivin û kêm be jî di nava jiyana civakî de cih bigirin û got: “Ji bo pêdiviyên heyî yên welatiyan û pêwîstiyên wan ên di dema pêş de derkevin holê, em hewl didin belavkirineke bêhtir bi koordîne û rêk û pêk bikin. Lê belê bi giştî em dibînin ku di ketina pêwîstiyan a nava bajêr de kêmbûneke cidî heye. Em difikirin ku ev di pêşerojê de dibe ku bibe pirsgirêk. Di hevdîtinên xwe yên bi hevalên li derve re em radigihînin ku divê di pêvajoyên ji niha û pê ve de dest ji piştgiriya xwe bernedin û ji bo tedarikkirina pêwîstiyan divê li derve xebat bên kirin.”   ‘EM Ê JIYANA NÛ AVA BIKIN’   Ozperçîn, anî ziman ku piştî erdhejê avakirina jiyana nû zehmet e lê pêkane ku bajar ji nû ve ava bikin û gel bi nasnameya xwe ji nû ve jiyanê bidomîne û wiha berdewam kir: “Ev yek wê encax bi gel re bi awayekî kollektîf pêk were. Stargeh pêdiviyek e. Ji bilî stargehê, germkirin, perwerdehî, ewlekarî, paqijî û divê ev bên çareserkirin, gelek herêmên weke germkirin, peydakirina xwarinê hene. Di vir de ji bo temamkirina van kêmasiyan pêwîste xebateke cidî were meşandin. Em dikarin dest bi çêkirina konbajarekî ku mirov bikarin lê bicih bin bikin û pişt re pêş ve bibin. Ji ber ku ji gelek deverên Kurdistanê ciwan li vir in. Gelê me li vir e û bi tevkariyên xwe yên cidî yên li xebatên hatine kirin re dest avakirina qadan kiriye. Xebateke zêde heye. Jiyan bi konan ne sînordar e. Ji wê zêdetir heye û em dikarin wê jî ava bikin.”   ‘BÊYÎ JI QADAN DERKEVIN JIYANÊ AVA BIKIN’   Ozperçîn, qala valakirina bajar a di rojên ewil de ji aliyê saziyên dewletê ve hate teşwîqkirin kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê mirov diyar bike ku valakirina bajarê bi pirsgirêk e. Bi taybetî valakirina bi destê dewletê, valakirina herêmên li bajêr wê bi giranî bandorê li jiyana piştre bike û vegera li bajêr dibe ku bi pirsgirêk be. Em difikirin ku welatiyên diçin bajarên derdorê yan jî cihên din, bi taybetî bi pratîka dewletê re wê ji alîkariyê bêpar bimînin û li cihên diçin tenê bên hiştin. Ev jî xetereyeke mezin e. Ji ber vê yekê bêyî em qadan terk bikin, em bi hev re jiyana civakî pêş ve bibin gelek girîng e.”   MA / Omer Akin