‘Doza Akademiya KCK’ê’ hate taloqkirin 2023-02-23 15:00:57   STENBOL - “Doza Akademiya KCK’ê” ku nivîskar û rojnameger jê tê de tên darizandin, hate taloqkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, di 28’ê tîrmeha 2017’an de bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinê de li gel endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), her wiha edîtorê Kovara Demokratîk Modernîteyê Haydar Ergul, rojnameger Ahmet Bîrsîn û xebatkara Kovara Jineolojiyê Şeyda Kantarci jî di nav de bi giştî 21 kes hatin binçavkirin. Di dozê de 17 kes bi îdiaya "Endamtiya PKK’ê” tên darizandin. 18’emîn danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Tevî Munevver Îlgîngî, Ahmet Saginç û Abdullah Geldî her wiha parêzer Abdullah Çakmak, Ferat Bogatekîn û Atîlla Bahçivan jî tev li bûn.   Di danişînê de dozger mutalaaya xwe ya di 13’ê sibatê de dubare kir û xwest ku her 17 kes bên cezakirin. Parêzeran jî ji bo parastinê daxwaza demê kir. Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û doz taloqî 31’ê gulanê kir.