8 hezar û 550 erdhejok çêbûne 2023-02-23 19:42:41   NAVENDA NÛÇEYAN – Midûrê Giştî yê AFAD'ê Orhan Tatar, daxuyand ku piştî erdhejên Mereşê 8 hezar û 550 erdhejok çêbûne.   Midûrê AFAD'ê Orhan Tatar, daxuyand ku  piştî erdhejên Mereşê 8 hezar û 550 erdhejok çêbûne. Tatar diyar kir ku ev qas erdhej ancax di 4 mehan de çêbibin, lê li Mereşê di 17 rojan de çêbûne.    Her wiha Tatar destnîşan kir ku navçeya Gurunê ya Sêwazê jî wekî herêma karesatê hatiye îlankirin.