Roja 19'an a erdhejê: Pêdivî bi konan û zexîre heye 2023-02-24 09:07:14   MEREŞ - Mehmet Gonluşen diyar kir ku tevî 19 roj di ser erdhejê re derbas bûne jî li Taxa Yavûzselîmê ya Mereşê pirsgirêka konan û zexîre nehatiye çareserkirin û anî ziman ku 30 kes di konekê de dimînin.   Di ser erdhejên Mereşê de 19 roj derbas bûn, lê hê jî ji bo mexdûrên erdhejê kon û pêdiviyên sereke baş nehatine berhevkirin. Li Taxa Yavûz Selîmê ya Mereşê gelek malbat di bereqeyên serobero de dimînin. Şêniyên tazê diyar kirin ku ji ber ku kurd in, bi cihêkariyeke wiha re rû bi rû mane.    HÊ JÎ KON Û ZEXÎRE BI DEST WAN NAKEVIN   Gokhan Gul, diyar kir ku roja erdhejê bi zor û heft bela zarok derxistine derve û wiha got: "Ji ber ku dinya pir sar bû, ez cardin ketim hundir ji bo zarokan eşya bînim, lê wê kêliyê erdheja duduyan çêbû. Min ji zarokan re hin kinc anîn. Yan na em ê biqerisiyane. Mirov niha bi temamî mexdûr in. Ev qas roj derbas bûne, lê hê jî li taxê rayedarekî dewletê tune ye. Mirov bi xwe xaniyên xwe diparêzin. Hê jî kon û xwarin bi dest mirovan nakeve."    ‘RAYEDAR TUNE NE'   Gul destnîşan kir ku ji hin herêmên Mereşê re gelek alîkarî diçe û got: "Bi piranî jî alîkarî ji kesên li Parka Ataturkê û cihên ku AFAD'ê diyar kiriye re diçin. Şêniyên Taxa Yavûz Selîmê jî diçin wir zexîre peyde dikin. Li vê taxê hê jî rayedarekî dewlet û AFAD'ê tune ye. Mirov xwe bi xwe hewl didin li ser pêyan bimînin."    PIŞTÎ ERDHEJÊ 6 ROJ   Mehmet Emîn Gonluşen jî ragihand ku piştî erdhejê 6 rojan li derve mane û wiha behsa wan rojan kir: "Hevjîna min emeliyat bûbû. Kurê min birîndar bû. Min ew şandin Gebzeyê nexweşxaneyê. Li vir nrxweşxaneyeke ku em biçinê jî tune ye. Cihekî ku em birînên xwe lê pansûman bikin jî tune ye. Kesî kon jî neda. Her kesî kon belavî kesên nêzî xwe kirin. Keyayê taxê nexuyaye. Em telefon dikin, bersivê nade. Azayên keya jî nexuya ne. Me gelek caran serlêdan kir lê kon nedan me. Xaniyê me jî xesar dîtiye. Em nikarin têkevin hundir. Zemîna kona me ax e, tiştekî ku me ji sermayê biparêze tune ye. Tenê me xaliyek raxistiye, lê bi kêr nayê.   JI BER KU EM KURD IN...   18 roj di ser erdhejê re derbas bûne, lê hê jî rayedare nehatiye serî li me nexistiye. Ji ber ku em kurd in kes nayê cem me. Niha pêdiviya me bi ardû heye. Dinya sar e û em perîşan bûne. Em 10 kes di koneke biçûk de dimînin. Me bi derfetên xwe ceryan kişand. Ji bo vê jî min bi 800 lîreyî qablo stend."   Gonluşen diyar kir ku keya alîkarî ewilî li xizmên xwe belav kiriye û got: "Leşkeriyê jî piştî 6 rojan konek da malbata ji 30 kesan pêk tê. Ma ev edalet e?"     MA / Dilgeş Rûvanas