Li Girtîgeha Xarpêtê qufla li ser quflê! 2023-02-24 09:11:47 AMED - Piştî erdhejê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêmê zêde bûn. Li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê , rêveberiya girtîgehê bi hinceta "firar"ê hejmara quflên deriyên hucreyan kir sisê.    Piştî erdhejên Mereşê yên bi pileya 7,7 û 7,6'an binpêkirinên mafan ên li bajarên bandor ji erdhejê girtine gelekî zêde bûn. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ercan Yilmaz, anî ziman ku gelek kes ji ber van binpêkirinan serî li wan didin.    LÊGERÎNA TAZÎ   Yilmaz bibîr xist ku li bajarên ku erdhej li wan çêbûne gelek girtîgeh hene û got: "Piştî erdhejan bi çend rojan girtiyan û bi taybetî jî malbatên wan û parêzerên wan serî li komeleya me dan. Em pê hesiyan ku girtî demeke dirêj xeber ji malbatên xwe negirtine û ancax di roja dudu an jî sêyan de bi telefonê bi malbatên xwe re axivîne."    Bi domdarî Yilmaz bilêv kir ji bajarên ku erdhej li wan çêbûne gelek girtî sewqî Girtîgeha Antalya ya Hejmara 1, Girtîgeha Ereglî ya Konyayê, Girtîgeha Bodrûmê ya Tîpa S û Girtîgeha Samsûnê hatine kirin û got ku li têketina van girtîgehan lêgerîna taxê li girtiyan hatiye ferzkirin.    ‘BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ'   Di berdewamê de Yilmaz destnîşan kir ku kêliya erdhejê û piştî erdhejê girtî ji ber ku nikaribûne xwe bigihînin malbatên xwe, ev yek bûye cihê qilqilandin û tarvmayê û û got: "Li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê 3 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û 12 girtî jî birîndar bûn. Wezaretê daxuyanî dabû ku ji be rku hin girtî firar kirine, leşker jî ji bo pêşî li ber vê bigirin çek şixulandine. Li vir tişta hatiye binpêkirin mafê jiyanê ye. Li vir diviyabû Wezareta Dadê demildest derfet peyde bikirana ji bo girtî karibin pêwendiyê bi malbatên xwe re deynin. Lewma girtî jî ji ber ku ev yek qebûl nekirine bertek nîşan dan û ev bertek bûn cihê mirin û birîndarkirina gelek girtiyan. Ev jî nîşan dide ku îdare di dema krîzê de nikare pirsgirêkan çareser bike."    Yilmaz destnîşan kir ku ew dixwazin têkildarî vê mijarê lêpirsîneke çalak bê kirin.    ‘SÊ QUFIL BI HEV RE'   Yilmaz diyar kir ku şert û mercên girtîgehan di bin navê ewlehiyê de pir giran bûne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Min serdana Girtîgeha Xarpêtê kir. Ji ber erdhejê tu xesar negihaye girtîgehê. Lê di hevdîtinê de girtiyan ev tişt ragihandin; 'Berê derî bi quflekê dihatin girtin, lê niha du quflên din jî li deriyan xistine.' Ev jî îdiaya li jor piştrast dike. Ev yek nîşan dide ku gava erdhejek çêbibe îdareya girtîgehê û peywirdar dê dest ji wir berdin û girtiyan di wir de bihêlin. Ev tê vê wateyê 'di dema erdhejê de siûda wan hebe dê sax bin.' Halbûkî divê li girtîgehan jî qadên komkirina lezgîn hebin."