Sancar: Heke em rê li ber planên xêrnexwaz negirin dê çanda bajarên me biguherînin 2023-02-24 10:12:49   MEREŞ - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku divê piştevaniya piştî erdhejê derketî holê veguhere rêxistiniyeke mezin û wiha got: “Heke em pêşî li ber planên xêrnexwaz negirin, dibe ku hem çand û hem jî nifûsa bajaran bi tevahî biguhere.”    Xebatên Navenda Koordînasyona Krîzê ya ji hêla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêxistinên civaka sivîl û komeleyên herêmî ve hatiye avakirin ên li herêmên erdhejê bênavber didomin. HDP, li rexekî tora piştevaniyê birêxistin dike û li rexa din jî tevî hemû astangiyên dewletê jî alîkariyê digihîne gundên herî dûr jî.    Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî di çarçoveya alîkarî û piştevaniyê de bajar bi bajar digerin. Herî dawî jî Sancar çû serdana mexdûrên erdhejê yên Mereşê. Sancar, geşedanên dawî lêkolîn kir û li xelkê guhdar kir.  Sancar têkildarî serdana dawî bo ajansa me axivî.    'DI BINGEHA HILWEŞÎNÊ DE ÎKTÎDAR HEYE’   Sancar, diyar kir ku li hemû bajaran wêraniyeke mezin çêbûye û wiha got: “Gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Hêj jî pêdiviyên gel nehatine bicihanîn. Sedema bingehîn a vê wêraniyê, polîtîkayên rantê yên îktîdarê ne. Îktîdar çiqas hewl bide vê veşêre jî hemû kes dibîne. Polîtîkayeke li ser bingeha nelirêtî, nekontrolkirin û rantê hatiye avakirin heye. Bi sala ye rantekî mezin xwarin.”   DÎMENÊ RANT, NELIRÊTÎ Û BERTÎLÊ   Bi domdarî Sancar diyar kir ku dereng destpêkirina xebatên lêgerîn-rizgarkirinê kir ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe û wiha domand: “Xizmetên lêgerîn-rizgarkirin û alîkariya lezgîn dereng dest pê kirin û vê jî kir ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. 72 saetên destpêkê pir girîng in. Tirkiye welatê erdhejan e û piştî 1999’an her kesî bi vê dizanî. Lê mixabin ku di 72 saetên ewilî hema hema tu tiştek nekirin. Sedema bingehîn a ewqas qurbaniyan ev mudaxaleya dereng e. Heke xebat bihatina koordînekirin, destê xwe lez bigirtina, hemû derfetên cemaweriyê bihatina seferberkirin û hemû dilxwaz bi lez û bez veguhestina herêmê dê ewqas kes nemiribûna. Lê yek ji van nehate kirin. Ev hilweşîn, wêneyê polîtîkayên nelirêtî, bertîl û rantê ye. Û ev kavil bi ser gel de hatin xwarê.”    KOÇBERKIRIN Û VALAKIRINA HERÊMÊ   Di berdewamê de Sancar bal kişand ser polîtîkaya koçberkirin û valakirina herêmê û ev nirxandin kir: “Xebatên li dijî vê polîtîkayê ji bo pêşerojê girîng in. Di rojên pêş de dê yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ev mijar be. Gelek kes neçar man ku ji herêmên xwe koçber bibin. Nedixwestin lê ji neçarî terka xaka xwe kirin. Heke em vê rewşê neşopînin û rê li ber kesên planên xêrnexwaz çêdikin negirin dê hem çand û hem jî nifûsa van bajaran biguhere. Avakirina bajaran tenê înşaet nînin. Divê li gorî rabûrdû, çanda xwe bên avakirin. Divê ev kar bo dewlet û îktîdarê neyê hiştin.”    'PÊDIVÎ BI PIŞTEVANIYÊ HEYE’   Sancar, axaftina xwe wiha qedand: “Aliyekî êş û wêranî û li hêla din jî piştevanî heye. Li her bajarê ez lê geriyam min piştevaniyeke mezin dît û divê em vê piştevaniyê hîn xurtir bikin. Polîtîkaya talanê bi xwe re hilweşîneke mezin anî û piştî vê hilweşînê jî hewl didin planên talan û rantê pêş bixin. Ji bo pêşîlêgirtina vê hewcehî bi tora piştevaniyê heye. Gelek derdorên cuda li navendên piştevaniyê kedeke pîroz didin. Lê hewceye hemû navendên piştevaniyê yên li Tirkiyeyê bên birêxistinkirin da ku hemû bi hev re koordîne bin. Ji ewil tîmên partiya me li qadan bûn. Ked û daxwazeke mezin heye lê divê ji vir û şûnde xebatên avakirina bajaran bên şopandin û arastekirin.”    MA / Adnan Bîlen - Yusra Batihan