Ji Baroya Hatayê ji bo mexdûrên erdhejê rehbera hiqûqê 2023-02-24 10:33:37   HATAY – Baroya Hatayê ji bo mexdûrên erdhejê pirtûkçeya rehbera hiqûqê amade kir û navenda dê li ber edliyeyê bê avakirin piştevaniya hiqûqê bide welatiyan.    Di erhdeja ku navenda wê Mereş bû de çêbû bajarê Hatayê veguherand bajarekî kavilkirî. Ji bo pirsgirêkên mexdûrên erdhejê bên çareserkirin, hewldanên hiqûqî hatin destpêkirin. Li Hatayê du caran xebatên tespîta xesarê hatin kirin. Baroya Hatayê û gelek parêzerên ji baroyên cuda bi armanca piştevaniya welatiyan ango mexdûran, pirtûkçeya “rehbera hiqûqê ya ji bo mexdûrên erdhejê” amade kirin û li welatiyan belav dikin. Parêzer ji bo serlêdana tespîta xesarê desteka hiqûqî didin wan û dê parêzer sibê li ber avahiya edliyeyê ya nû konteyniran deynin û piştevaniya bêheq bidin mexdûrên erdhejê.   PIRTÛKÇEYA AGAHDARIYÊ    Di pirtûkçeyê de agahiyên derbarê maf û rêgezên erdhejê de cih digirin û ev pirtûkçe welatiyan agahdar dike. Parêzerên endamên Baroya Hatayê û Baroya Mûglayê standek li Parka Sevgî ya li navçeya Defneyê vekirine û pirtûkçeyan li xelkê belav dikin. Ji parêzerên endamê Baroya Hatayê Hasan Anil Oflazoglû da zanîn ku ew dixwazin di warê hiqûqî de ji welatiyan re bibin alîkar û şêwirmendiya hiqûqî ya bêheq ji welatiyan re bikin.