Muteahîd û şaredarê AKP’yî rê li ber karesatê vekirin 2023-02-24 11:29:17   DÎLOK - Xelkê navçeya Nûrdagiyê ku xesarek mezin ji erdhejê dîtine diyar dikin ku muteahîdên avahiyên hilweşiyane Yûnûs Kaya yê endamê Meclisa Şaredariya AKP’ê û Şaredarê Nûrdaghiyê Okkeş Kavak bi hev re avahiyan çêkirine û balê dikişînin ser têkiliya siyasî.    Yek ji navçeyên ku erdhejê karesata hilweşandinê lê çêkir jî navçeya Nûrdagiyê ya Dîlokê ye. Ji sedî 80’ê navçeyê wêran bûye.    Tîmên tespîta xesarê li navçeyê lêkolînên xwe didomînin û hat ragihandin ku li Dîlokê 104 hezar 824 avahî hatine lêkolînkirin û divê bi lezgînî bên hilweşandin. Hejmara avahiyên hilweşiyane jî 10 hezar û 777 avahî ne. Li navçeya Nûrdagiyê heta niha li ser 10 hezar 579 avahî xesar hatine tespîtkirin. Di encama lêkolînê de civê ku 4 hezar û 787 avahî bi lezgînî werin hilweşandin. Hema bêje li navçeyê avahiyek ku xesar nedîtibe nîne û avahiya şaredariyê jî veguheriye loda kavilan.    AVAHIYÊN MUTEAHÎDÊ AKP’YÎ BÛN GORISTAN    Gelek avahiyên hilweşiyane pir qatî û blokî ne. Gelek şêniyên navçeyê dibêjin ku avahiyên hilweşiyane piştî 2016’an hatine çêkirin. Li avahiyên Yûnûs Kaya, Avahiya CCK û Yaşam Konutlari hilweşiyane û nêzî 300 mirov jiyana xwe ji dest dane. Xwediyê van avahiyan ango muteahîdê wan Yûnûs Kaya ye û endamê Meclisa Şaredariya Nûrdaghiyê yê AKP’yî ye. Ev kes hem AKP’yî hem jî Serokê Desteya Rêveberiya Grupa CCK’ê ye ku avahiyan çêdikin. Her çiqas gelek muteahîd hatin binçavkirin û girtin jî lê heta niha Yûnûs Kaya yê AKP’yî di nav binçavkiriyan de cih negirt. Li ser nerazîbûna civakî di 20’ê sibatê de derbarê Kaya de biryara girtinê hat derxistin û duh bi şev li Mêrsînê dema hewl dida derkeve derveyî welat hat binçavkirin.    XELK DIBÊJE BERPIRSIYAR ÎKTIDAR E    Kaya yê ku di komîsyona îmarê ya Şaredariya Nûrdagiyê de cih digire, parvekirinên wî yên medya civakî û wêneyên wî li gel siyasetmedarên AKP’yî û MHP’yî têkiliya wî ya siyasî derxist holê. Xelkê navçeyê destnîşan dike ku îktidar jî ji van avahiyên ku Yûnûs Kaya çêkiriye û bûne gora bi sedan mirov berpirsiyar e.    ŞAREDAR Û YÛNÛS KAYA ŞIRÎKATIYA HEV KIRINE    Her wiha xelkê navçeyê diyar dike ku Serokê Şaredariya Nûrdagiyê yê AKP’yî Okkeş Kavak jî şirîkê Yûnûs Kaya bûye û şirîkatiya “CCK& Kavak Înşaat” kirine û bi hev re sîteyên luks çêkirine.    ERAZIYÊ WELATIYAN FIROTINE    Welatiyek nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku eraziyê wî bi rêya Okkeş Kavak ji plana îmarê re vekirine û kirine eraziyê muşterek û hemû avahî û plana îmarê ne li gorî qanûnan hatine çêkirin. Welatî dibêje ku şaredar Okkeş Kavak eraziyê wî bi awayek bêrûhxset daye kesê bi navê Mûrat Cevher ku kesê 3’yemîn e.    ‘DEWLET BI VAN DIZANE’    Welatî diyar kir ku Yûnûs Kaya yê AKP’yî u muteahîdiya avahiyan kiriye xwe veşartiye û got: “Yûnûs Kaya mafya ye. Li kî derê mal û milkek îcra bûbe hebe, li ku gunehek hebe dixapand û mal û milkê xelkê dixwar. Dewlet jî van dizane. Kesek bê wîjdan bû. Kesên li ber wan radibûn jî gefan lê dixwarin û tundiyê lê dikirin.”    80 XIZMÊN WÎ JIYANA XWE JI DEST DANE    Tûran Şahîn jî da zanîn ku ew sê sal û nîv di avahiya CCK’ê ya ku Yûnûs Kaya çêkiriye de rûniştiye û ew wek mucîze ji erdhejê rizgar bûye û li navçeyê 80 nasên wî jiyana xwe ji dest dane. Şahîn anî ziman ku mal û milkê wî hemû di bin avahiyê de mane û hem erdhejê hem jî Yûnûs Kaya yê AKP’yî wan mexdûr kiriye. Şahîn diyar kir ku piştî erdhejê her çiqas li muteahîdan geriyane jî xwe negihandine yekî jî.  Şahîn got van muteahîdan piştî erdhejê hemûyan xwe veşartin û ew dizanin li pişt van muteahîdan hene. Şahîn anî ziman ku berpirsiyarê hilweşandina li navçeyê şaredarê AKP’yî û Yûnûs Kaya ye.    MA / Îbrahîm Irmak