Malbata Şenyaşar: Dema mijar dibe desthilat dozger nikarin darizînin 2023-02-24 12:45:51 RIHA - Ferît Şenyaşar ku di çalakiya Nobeta Edaletê ya li ber edliyeyê de axivî destnîşan kir ku tevî 704 derbas bûn jî daxwazên wan bi cih nehatine û got: “Dema mijar dibe desthilat mixabin dozger jî nikarin darizînin.”   Xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kirin. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin.  Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 704’an de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike.   Dayik Emine Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û li ber pankarta ku li ser ‘Edalet’ dinivîsand çalakiya xwe ya îro domandin.   ‘DOZGER NIKARIN DARIZÎNIN’   Ferît Şenyaşar ê ewilî di çalakiyê de axivî, bi lêv kir ku tevî 704 rojên çalakiya nobeda edaletê jî daxwazên wan bi cih nehatine û ev tişt gotin: “704 roj derbas bûn. Lê bila xwe bikin şûna dayika ku tevî pîrbûna xwe dest ji mala xwe berdayê û ji bo edalet bi cih were bang li dozgeran dike. Her roj Serdozgerên Komarê bi wesayitên xwe yên luks di ber me re derbas dibin. Dema mijar dibe desthilat mixabin dozger jî nikarin darizînin.  Berê jî dema me ji dozgeran re hevdîtin dikir, tu kese/î nekarî ji me re bêje hûn neheq in. Her wiha rayedarên dewletê jî ji me re digotin sebir bikin. Heke rojekê wekiliya wî bikeve, dimênên komkujiya nexweşxaneyê wê derkevin holê. Wê demê hemû dinya wê bibîne, wekîlekî çawa bi hêza siyasetê di nexweşxaneya dewletê de komkujî pêk aniye. Desthilat jî di vê erdhejê de di bin kavîlan de ma. Hemû kes benda guherandineke siyasî ye.”   ‘JI ZILMÊ RE ÊDÎ BES E’   Pişt re jî dayik Emîne Şenyaşar axivî û anî ziman ku 5 sal in zarokê wê di hucreya yek kesî de ragirtiye û wiha pê dê çû: “Wijdanê vê desthilatê tune ye. Desthilat jî pişta kesên ku malbatek qetil kir digire. Ji zilmê re êdî bes e, bila hemû kesên bêsûc bên berdan û zarokê min jî bê berdan. Heta zarokê min neyê berdan em ê ji vir ranebin û nobeda xwe bidomînin. Îro roja înê ye em dûayên xwe ji Xwedê re dikin ku heqê me nehêle, tişten ku ev desthilat vedişêre bila derkevin holê.”