Egîtîm Senê giliyê personelên saziyên cemaweriyê kir 2023-02-24 13:04:09   WAN - Egîtîm Sena Wanê giliyê personelên Şaredariya Rêya Armûşê û qeymeqamiyê kir ku alîkariya ji aliyê saziyên cemaweriyê ve hatiye komkirin û di bin pankarta Komeleya Alîkariya Sêwiyan Bike ku nêzî AKP’ê ye şandine kir.    Şaredariya Rêya Armûşê û qeymeqamiya Rêya Armûşê ji bo mexdûrên erdhejê kampanya alîkariyê da destpêkirin. Alîkariya ku ji aliyê xelkê ve hat kirin di bin koordîneya Midûriyeta Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî ya Qeymeqamiya Rêya Armûşê de li Eywana Sporê ya Lîseya Ataturkê hat komkirin.   Alîkarî li 7 TIR’an hat barkirin û li pêşiya TIR’an li şûna pankartên saziyên cemaweriyê pankarta Komeleya Alîkariya Sêwiyan Bike ku nêzî AKP’ê ye hatin daliqandin.    Endamên vê komeleyê piştî pankarta wan bi pêşiya TIR’an ve hat daliqandin, diyar kirin ku alîkariyê dê bişînin herêmên erdhejê.    LI SER MEDYA DÎJÎTAL BERTEK HAT NÎŞANDAN    Welatiyan li ser medya dîjîtal bertek nîşan dan û diyar kirin ku alîkariya ji aliyê xelkê ve hatiye komkirin li ser navê tarikat û komeleyên nêzî AKP’ê dişînin herêmên erdhejê. Welatiyan diyar kir ku yên vê alîkariyê li ser navê van komeleyan û tarîkatan dişînin sûc dikin.    GILIYÊ PERSONELAN HAT KIRIN    Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê û Zanistê (Egîtîm Sen) a Şaxa Wanê têkildarî mijarê serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê da û giliyê perseonelên şaredarî û qeymeqamiya Rêya Armûşê ku alîkarî di bin navê van komele û tarîkatan de şandine kir. Sendîkayê di daxwaznameya xwe gilîkirinê de diyar kirin ku van personelan “wezîfeya xwe xerab bikar anîne” û ji vê tawanbariyê derbarê wan personelan de lêpirsîn bê destpêkirin.