Li Amediyê bombeya fosfor hat bikaranîn 2023-02-24 14:00:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye tevî biryara bêçalakiyê ya HPG’ê jî êriş dibe ser herêmên başûrê Kurdistanê û hat diyarkirin ku Tirkiyeyê li gundê Sîda yê Şeladizê bombeya fosfor bikar aniye.    Ji ber erdheja çêbû HPG’ê biryara bêçalakiyê girtibû. Tevî vê biryara bêçalakiyê jî Tirkiye êrişî deverên başûrê Kurdistanê dike. Li gorî nûçeya ANF’ê kus partiye daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, Tirkiyeyê li dijî hin deveran bombeyên fosfor bikar aniye.    Beşek daxuyaniya têkildarî êrişan hatiye dayîn wiha ye:   “23'yê sibatê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê 25 caran bi bombeyên qedexekirî û topên ji madeya fosforê yên ji tankan hatin avêtin, hatin bombekirin.   23'yê sibatê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Bahar, derdora gundê Sîda yê nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.   23'ê Sibatê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Cûdî û çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemço yên nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê 83 caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin."