13 pisîkên di Sîteya Galeria’yê de hatin rizgarkirin 2023-02-24 14:38:04   AMED - Têkoşîna ji bo rizgarkirina ajalên di Sîteya Galeria’yê de asê mabûn encam da û 13 pisîk hatin rizgarkirin.    Di encama erdheja Mereşê de du bloqên Sîteya Galeria ya li ser Cadeya Elazigê ya Bajarê Nû yê Amedê hilweşiya bûn û xebatên hilweşandina du bloqên din jî hatibûn destpêkirin. Di sîteyê de her wiha gelek ajal asê mabûn û xwediyên wan û parastvanên ajalan ji bo rizgarkirina wan têdikoşiyan. Têkoşîna wan encam da û xebatên rizgarkirina ajalan hatin destpêkirin.    Di çarçoveya xebatên rizgarkirinê de helîkoptereke leşkerî anîn sîteyê lê encamek jê derneket. Li ser vê yekê ji Xarpêtê vîncek anîn û xebat hatin domandin. Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê, Komeleya Parastina Xweza û Sewalan a Amedê, Komeleya Parastina Pêkan (Paw Guards) û ajalhezên amedî tev li xebatên rizgarkirinê bûn û di encamê de 13 pisîk hatin rizgarkirin.    Herî dawî pisîka bi navê Zeno ji avahî hate derxistin. Piştî tedawiya li cem veterîner jî dê radestî xwediya/ê wê were kirin.