Fîncanci: Li herêmên erdhejê di xizmeta tenduristiyê de cihekarî heye 2023-02-24 14:38:39 SEMSÛR - Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci diyar kir ku li herêmên erdhejê di xizmeta tenduristiyê de cihekarî heye û wiha got: “Desthilatê li yekeyên bi awayî siyasî nêzîkî wan nexweşxane li ser piyan be jî hin konên ku bikarin xizmeta tenduristiyê pêşkeş bikin û yekeyên tenduristiyê avakirin.”   Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) û Pispora Tiba Edlî Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ku li Semsûra erdhejê bandoreke mezin lê kir lêkolîn kir, lêkolînên li bajêr kirin vegotin.    JI 213 ASM’YAN 37 DIXEBITIN   Fîncanci li bajêr ewilî serdana Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Semsûrê kir. Fîncanci, diyar kir ku nexweşxaneya Semsûrê dixebite û wiha got: “Ji ber ku li Semsûrê Nexweşxaneya Welidînê ya Jinan di erdhejê de zerar gihiştiyê têkildarî ducaniyan pirsgirêka piştgiriya tibbî derketiye holê û bi awayekî qismî hatiye çareserkirin. Lê di xizmeta tenduristiyê ya asta yekemîn de pirsgirêkên cidî hene. Ji 213 Navendên Tenduristiya Malbatê (ASM) tenê 20 dixebitin. Rojên pişt re ev derxistin 37’an.”   Fîncanci di berdewama axaftina xwe de wiha got: “ASM xizmeteke tenduristiyê ya hatiye taybetkirine. Ji ber vê yekê ew bi xwe jî li cihên ku avakirine hewl didin xizmeta tenduristiyê bidin lê ev der jî ne cihên bi ewle ne. Erdhejê ev nîşanî me da. Hemû di bin kavilan de man. Lê diviya bû ev xizmet di avahiyên saxlem û ewle de hatibûya pêşkeşkirin. Ji aliyê xizmetên tenduristiyê ve diviya ev sazî li ser piyan bimana.”     Fîncanci destnîşan kir ku ji ber pergala tenduristiyê têk çû odeyên bijîşkan berpirsyarî girtin û hatin herêmê hewl didin xizmeta tenduristiyê bidin û da zanîn ku odeyên bijîşkan di vê pêvajoyê de li Amed, Êlih, Riha û Semsûrê bi dorveger bi awayekî zêde dixebitin   ‘TENDURISTVANÊN KU MEXDÛRÊN ERDHEJÊ NE BI ZORÊ TÊN XEBITANDIN’   Fîncanci, anî ziman ku kedkarên tenduristiyê yên mexdûrên erdhejê ne divê neyên xebitandin û da zanîn ku di vê mijarê de Wezareta Tenduristiyê agahdarkirine û hişyariyên pêwîst li wan kirine.    Fîncanci, bi lêv kir ku ji ev hişyariyên wan dereng hatine bersivandin lê bersiveke erênî girtine û wiha berdewam kir: “Lê pirsgirêkeke Semsûrê ya xwe bi xwe heye. Waliyên ji bajarên din tayînî vir hatine kirin û rêveberiya cemaweriyê ya asta jor bijîşk û kedkarên tenduristiyê yên mexdûrên erdhejê bi zorê didin xebitandin. Me bi dehan caran hişyarkirin lê ev zor hêj jî berdewam dike. Heta 160 saetan nobetan bi wan didin girtin. Malên mirovan nînin. Cihekî ku lê bimînin nîne. Mirovên xwe winda kirine. Derfetê wan nîne ku xizmên wan ên sax mayî li derekê bi cih bikin. Lê tevî vê yekê jî bi zorê tên xebitandin.”   ÇIMA UMKE NEBÛ?   Fîncanci, destnîşan kir ku dewlet li dijî erdhejê ne amade ye û wiha pê de çû: “Hate diyarkirin ku 3 rojan tu xebatên lêgerîn û xelaskirinê nehatin kirin. Bi awayekî teorîk yekeyeke bi navê Tîma Xelaskirinê ya Medîkal a Netewî (UMKE) heye. UMKE li holê tune bû. Çima nebû? Ji xwe mirov bi derfetên xwe xizmên xwe ji bin kavilan derxistin. Lê ji ber ku peywîrdarekî tenduristiyê nebû, dema mirov sax derketin jî derfeta ku pirsgirêkeke tenduristiyê ya çawa heye nebû. Yek ji qêrînên herî zêde ku ji qadan deng vedan ev bû.”   ‘DI TENDURISTIYÊ DE CIHEKARÎ TÊ KIRIN’   Fîncanci, bal kişand ku tişteke din a li herêmên erdhej lê çêbû yî balkêş jî cihekariya di xizmeta tenduristiyê de bû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me di vê navberê li herêmên erdhejê cihekarî dît. Desthilatê li yekeyên bi awayî siyasî nêzîkî wan nexweşxane li ser piyan be jî hin konên ku bikarin xizmeta tenduristiyê pêşkeş bikin û yekeyên tenduristiyê avakirin. Me dît ku li hin navçeyên Hatayê yên weke Îskenderûn, Samandag û Antakyayê pirzimanî û pirçandî ne xizmeteke wisa nebû. Lê me dît ku li van deran têra xwe hêzên ewlehiyê hebûn.”   MA / Ömer Akın