Doza xelata JIN TV: Dadgehê hêj hikûm nedayî dosye girt 2023-02-24 15:52:25   ENQERE - Dadgeha ku ji ber xelatkirina JIN TV ceza li 4 rêveberên Odeya Mîmaran a Enqereyê birî, bêyî ku derbarê kesekî de hikum bide danişînê taloq kir.    Rêveberiya Odeya Avahîsazan a Şaxa Enqereyê li ser navê bîranîna avahîsaz Emre Madran xelata çapemeniyê ya sala 2021’an di beşa Nûçegihaniya Telvîzyonê ya Navnetewî de dabûn pêşkêşvana Jin TV Guler Yildiz. Bi hêceta vê xelatê derbarê endamên Rêveberiya Odeya Avahîsan de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Rêveberên odeyê û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn û gelek nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl tev li danişînê bûn.    Dozger mutalaya xwe ya berê dubare kir.    Akademîsyen Ece Yoltay ku li Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn wezîfedar e û tê darizandin diyar kir ku ji ber xelatkirinek wiha ku rojnamevan Guler Yildiz tu sûcek derbarê wê de nîne, ne mimkin e ku propaganda rêxistinê kiribin.    TÊKOŞÎNA WAN HATIYE REŞKIRIN    Mustafa Ozgur Bayramoglû ku tê darizandin jî anî ziman ku bi vê dozê hat xwestin ku têkoşîna wan hatiye reşkirin.   KOPÎ BIKE Û BIZELIQÎNE    Nîlay Evîrgen Kabal ku tê darizandin jî anî ziman ku îdianame bi awayê kopî bike  û bizeliqîne hatiye amadekirin û tawanbariyê red kir.    'EM LI DIJÎ RANTÊ TÊDIKOŞIN’    Serokê Odeya Mîmaran a Şaxa Enqereyê Tezcan Karakûş Candan jî ku ji dozê hat darizandin, da zanîn ku ew ji herêma erdhejê hatiye dozê û bi rojane ew ji bo rizgarkirina mirovan a ji bin kavilan têkoşiyane. Candan anî ziman ku li vir niha ne 7 hevalên wan tên darizandin rêxistinek û ehlaqek tê darizandin û wê îsal jî xelatê bidin gelek rojnamevanan û heke dozger dixwaze bila wan jî lêpirsîn bike û tu fikarek wan wiha nîne. Candan got ew îdiayan red dike û têkoşîna wan li dijî rantê ye û ji bo ku têkoşîna wan ji baweriyê bikeve doz hatiye vekirin.    CEZA HAT BIRÎN   Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û derbarê Tugba Arslan û Mustafa Ozgur Bayramoglû de biryara beraetê da û derbarê Muteber Osmanpaşaoglû, Ece Yoltay, Tezcan Karakûş Candan û Nîlay Evîrgen Kabal de biryar da û salek û 8 cezayê hefsê li her yekê birî. Dadger cezayê ku birî jî taloq kir.    Heyeta dadgehê bêyî ku derbarê Unal Karal ê ji dozê tê darizandin de hikum bide danişînê bi dawî kir.