Ahmet Bugrur ê ku bi mele re minaqeşe kir li nezaretxaneyê mirî hat dîtin 2023-02-24 16:46:50   AGIRÎ - Li Bazîdê Ahmet Bugrur ê ku bi meleyê mizgeftê re minaqeşe kir û bi vê hêcetê hat binçavkirin, li Midûriyeta Polîsan a Bazîdê mirî hat dîtin.    Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê duh serê sibê Ahmet Bugrur (37) ê bavê sê zarokan hat binçavkirin. Hat îdiakirin ku Bugrur li Midûriyeta Polîsan a Bazîdê di nezarete de hatiye binçavkirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Bugrur duh serê sibehê li ber mizgeftekê bi meleyekî re gengeşiyê kir. Piştî nîqaşê Bugrur û meleyê navê wî nehat hînbûn, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Bazîdê. Hat îdiakirin ku Bugrur li emniyetê şîmaqek li mele xistiye û ji ber vê yekê wî xistine nezaretê.   POLÎSAN AGAHÎ NEDAYE   Birayê Bugrur, Resul Bugrur qala bûyerê kir û diyar kir ku polîsan agahî daye wî ku birayê wî xistine nezarete û ew demildest çûye qereqolê û tu agahî derbarê birayê wî de nedane. Bugrur anî ziman ku tîmên tenduristiyê jê re gotine heta ew çûne qereqolê birayê wî miriye.    KESEK DIN JÎ LI NEZARETÊ BÛYE    Resûl Bugrur da zanîn ku kesek din jî bi birayê wî re li heman nezaretê bûye û piştî bûyerê vî kesî ji nezaretê derxist û wî ji wir birine.    SEDEMA MIRINÊ NEHAT DIYARKIRIN    Cenazeyê Bugrur piştî lêkolîna cihê bûyerê ewilî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê û ji wir jî rakirin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Agiriyê û di otopsiya pêşî de her çiqas hat diyarkirin ku di stûyê wî de reş û şîn bûye û ekomoz hene jî lê sedema mirina Bugrur nehat zanîn.    NIMÛNE ŞANDIN TIBA EDLΠ   Nimûneyên ku ji cenazeyên Bugrur hatin girtin ji bo mirina teqez diyar bibe şandin Serokatiya Grûba Tiba Edlî ya Amedê.    CENAZE HAT VEŞARTIN    Cenazeyê Bugrur duh bi şev li Goristana Taxa Koçkiran a Bazîdê hat veşartin.    MALBATÊ GILÎ KIR    Li aliyê din malbata Bugrur derbarê Midûriyeta Polîsan a Bazîdê de bi tawanbariya “xemsariyê” serî li Serdozgeriya Komarê ya Bazîdê da û gilî kir.