'Bi konbajaran dixwazin gel ji civakê îzole bikin' 2023-02-25 10:13:49   AMED - Walîtiya Amedê bêyî ku guh li hişyariyên sazî û rêxistinên Amedê bike, bi israr dixwaze konbajarê ji bo mexdûrên erdhejê li qeraxa Çemê Dîcleyê bê çêkirin. Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mûrat Bîlgîç bertek nîşanî vê da û got: "Dixwazin mirovan ji civakê îzole bikin û ‘getto’yan ava bikin."   Erdhejên Mereşê yên bi pileya 7,7 û 7,6 bandoreke mezin li 11 bajaran kirin. Yek ji van bajaran jî Amed e. Li bajêr yek jê vala 7 avahî hilweşiyan û herî kêm 409 kesî jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 900 kes jî birîndar bûn. Her wiha li bajêr gelek avahî jî xesar dîtine. Ji ber vê tê xwestin li qeraxa Çemê Dîcleyê konbajar bê avakirin. Piştî vê biryarê, sazî û dezgehên Amedê li hemberî vê rabûn. Lê Walîtiya Amedê bêyî ku guh li hişyariyên rêxistinên bajêr bike, di ya xwe de israr dike. Herî dawî Komeleya Mavên Mirovan  (ÎHD) ji bo li qeraxa çem konbajar neyê avakirin serî li Muduriyeta Bajer a Karesatê da.    ‘DESTHILATDAR BERPIRSYARIYÊ NAGIRE SER XWE’   Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mûrat Bîlgîç anî ziman ku piştî ku erdhej çêbûye wan hewl daye birînên mexdûrên bicebirînin û got: “Erdehej çêbû, lê em dibînin ku desthilatdar xwe nade ber tu berprisiyariyê. Gerek ji ber van tiştên qewimîn û ji ber kêmasiyên xwe îstifa bikirana, lê ev jî nîn e.”   QEYRAN Û ALOZÎ   Bîlgîç diyar kir ku desthilatdar bi kirinên xwe xetereyên nû danîne pêşaya civakê û wiha domand: “Xetereya herî mezin, konbajara li qeraxa Çemê Dîcleyê ye. Ku dê 4 hezar û 200 konan deyne. Di rojên pêş de lehiyek rabe, ew der hêmû dê di bin avê de bimîne. Divê em vê xetereyê bînin ber çavan. Lewre beriya niha tiştek wiha qewimiye û me bi çavên xwe dîtiye. Ev xetereya li vir ne tenê ji bo lehiyê ye. Gelo ev der çi qasî ji bo konbajar ewle ye û ev pirs hatiye kirin an na?" Bîlgîç destnîşan kir ku walîtî bê ser û ber dê 16 hezar mirovan li cihekî bi vî rengî kom bike û got: "Ev, di demên pêş de dê bibe sedema qeyranên nû û aloziyên nû."   Bîlgîç di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku gelek sazî û dezgehên bajêr îşaret bi vê talûkeyê kirine û got: “Ji bo cihê konan saziyan pêşniyariya xwe jî kirin. lê hê jî Walîtiya Amedê di biryara xwe de israr dike. Gelo li gel ev qas xetereyan çima, çima di vir de israr dike?”    ‘ZINDANÊ AVA DIKIN'   Bîlgîç wiha axivî: “Dixwazin polîs û leşkeran deynin ser serê kesên li vir kom bikin û wan têxin bin kontrola xwe. Bi vî rengî dixwazin civakê qut bikin û pêşî li ber bertekên wan û hêrsa wan bigirin. Bi kurtasî li vir dixwazin 'getto'yê, yanî zindanekê ava bikin. Bi îzolekirina wan a ji civakê, dengê wan qut bikin. Dixwazin tu kes hay ji qewimînên li vir çênebe"   ‘XWEZAYÊ JÎ QIRÊJ DIKE’   Bîlgîç bibîr xist ku meseleya konên li vir tên avakirin dê neyê çareserkirin û got ku ji lew re ji bo vê plansaziyeke demdirêj divê. Bîlgûç wiha domand: “Êvaran sermayek pir zêde heye. Ger tu tenê di vî warî de li ser bisekinî jî, ev cih ne cihekî guncav e. Havînê ji ber kelmêş û jêzikan û şiliyê dê nexweşiyên cuda cuda çêbibin. Dê bi bermayiyên ew qas mirovî çem û xweza jî qirêjî bibin."    'DIXWAZIN HÊZA GEL QELS BIKIN'   Bîlgîç di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pêdiviyên zarokan hene. Koordinasyon û sazî ji bo vê tevdigerin û dixwazin bandora erdhejê ya li ser zarokan kêm bikin, lê polîs dest datînin ser alîkariyên wan. Em nizanin wê deh salê din zarok bi pirsgirêkine çawa re rû bi rû bimînin. Yan jî em nizanin cerdevanên ku dişînin wir dê bi wan çekên xwe bandorek çawa li ser wan çêbike. Wan ji civakê didizin, dora wan dorpêç dikin û zindaneke nû ji wan re çêdikin. Çima wiha dikin? Ji bo ji qoltixên xwe nebin, dixwazin hêza gel qels bikin."