Dîrokek serobin bû! 2023-02-25 10:42:14   HATAY – Li navçeya Antakyayê avahiyên dîrokî jî wêran bûne û kavilên van avahiyên dîrokî bi makîneyên kar tên rakirin.    Di erdhejên navenda wê Mereş bû û di 6’ê sibatê de pêk hat li Hatayê rê li ber karesatek mezin vekir. Navçeya Antakyayê ya Hatayê ku bi dîrokiya xwe tê zanîn di erdhejê de beşek wê mezin hilweşiya û wêran bûye. Bi sedan avahiyên dîrokî ku tomarkirîbûn di erdhejê de hilweşiyan û yên mayî jî tên hilweşandin.    Wezareta Çand û Turîzmê tabelayên ku divê mudaxileyî hebûnên çandî yên tomarkirî neyê kirin daliqandin. Piştî erdheja di 20’ê sibatê de li Defneyê çêbû navber dabûn xebatên rakirina kavilan lê dîsa ji nû ve dest pê kir.    AVAHIYÊN DÎROKΠ   Cadeya Kurtuluşê ku her sal mazûvaniya bi deh hezaran turîstên xwecihî û biyanî dike xesarek mezin lê çêbûye û her deverê wê wêran bûye. Malên xelkê yên dîrokî û mizgeft û dêrên dîrokî jî li vê derê xesarek mezin dîtine.    BI SEDAN MAKÎNEYÊN KAR KAVILAN RADIKIN   Bi hezaran kes li navçeyê jiyana xwe ji dest dane û niha jî ew kavil avahiyan bi sedan makîneyên kar tên rakirin.   Tê gotin hê jî cenazeyên hin welatiyan di bin kavilan de ye û toz û moranê bi ser navçeyê de girtiye û ev yek rê li ber nexweşînan jî vedike û balkêşe ku tu tevdîr jî nehatine girtin. Ji ber hilweşandina avahiyan bajêr adeta vala bûye.    MA / Azad Altay - Mujdat Can