Şaredarê Nûrdagiyê yê AKP’î hate binçavkirin 2023-02-25 15:38:40   DÎLOK - Şaredarê Nûrdagiyê yê AKP’î Okkeş Kavak ê tê diyarkirin ku li dijî îmarê destûr daye avahiyên li Nûrdagiyê di erdhejê de hilweşiyane, hate binçavkirin.    Li navçeya Nûrdagi ya Dîlokê ku yek ji bajarên di erdhejên navenda wan Mereş de herî zêde avahî lê hilweşiyan, Şaredarê AKP’î Okkeş Kavak hat binçavkirin. Hate hînbûn ku kirariyên Kavak ê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Islahiyeyê ve derbarê wî de biryara binçavkirinê hatiye dayîn ên li edliyeyê berdewam dikin.    AVAHIYÊN KU MALBATA KAVAK ÇÊKIRIN HILWEŞIYA BÛN   Avahiyên ku aydê Kavak Înşaetê ya Okkeş Kava bêrî bibe şaredar serokatiya wê kir û pişt re dewrî birayê xwe Osman Kavak kir piştî erdhejê hilweşiya bûn. Osman Kavak û du zarokên wî jî di bin kavilan de mabûn û jiyana xwe ji dest dabûn.    Navê Kavak bi şîrketa înşaetê ya Koma CCK ku ya Endamê Meclîsa Şaredariya Nûrdagê yê AKP'yî Yûnûs Kaya ye re derbas dibe û hate îdîakirin ku ew şirîk in. Di erdhejê de hemû avahiyên ji aliyê Koma CCK’yê ve hatibûn çêkirin hilweşiyan. Kaya yê hewl da biçe derveyî welat, hate girtin.    Li aliyê din gelek welatiyên em li navçeyê pê re axivî bûn diyarkirin bûn ku Kavak ji avahiyan qat wergirtine û ji ber wê bilindkirina qatan a li dijî îmarê pejirandiye.  (http://mezopotamyaajansi35.com/kr/search/content/view/198759?page=1&key=a312566866e659385fb9e05591089810)