Siyasetmedar û parêzeran serdana gundên Semsûrê kirin 2023-02-25 16:29:09   SEMSÛR - Şandeyek ji parlamenter û rêveberên HDP’ê pêk dihat li Semsûrê serdana malbatên qurbaniyan kirin û sersaxiyê ji wan re xwestin.    Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, rêveberên HDP’ê, parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya Şaxa Êlihê li serdana gundên Kayacik, Başpinar, Davuthan û Buklum kirin û çûn serdana şînên qurbaniyan. Şandeyê ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwestin û li rewşa mexdûrên erdhejê pirsîn û diyar kirin ku ew ê piştevanê xelkê xwe bin.