Şaredarê AKP'î yê Nûrdaxiyê Okkeş Kavak hat girtin 2023-02-25 18:30:18   DÎLOK - Şaredarê AKP'î yê Nûrdaxiyê Okkeş Kavak ku hat diyarkirin destûr daye avahiyên li dijî îmarê, hat girtin.    Îro di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Islahiyeyê de Şaredarê AKP'î yê Nûrdaxiyê Okkeş Kavak hat binçavkirin. Kavak piştî îfadeya li mdiûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hat kirin û hat girtin.    Kavak di îfadeya xwe de diyar kiriye ku di erdhejê de gelek xizmên wî mirine û gotiye berê muteahîdî kiriye, lê piştî bûye şaredar şîrketê dewrî birayê xwe Osman Kavak kiriye.   Tê gotin ku Şaredarê AKP'î Kavak, bi şîrkeya CCK Grûp a Endamê Meclîsa Şaredariya Nûrdaxiyê Yûnûs Kaya re tevgeriyaye. Avahiyên ku ji aliyê CCK Grûpê ve hatibûn çêkirin hemû di erdhejê de hilweşiyabûn. Her wiha avahiyên ji aliyê Şîrketa Kavakê ya Okkeş Kaya jî hatibûn çêkirin di erdhejê de hilweşiyabûn.