Sedema bêhna ku li Mereşê belav bûye, cenazeyên di bin kavilan de ne 2023-02-25 20:51:08 MEREŞ - Li Mereşê ku hê jî ji bin kavilan cenaze tên derxistin, bêhna cenazeyên di bin kavilan de riziyane her diçe zêdetir dibe.   Li navenda erdhejê Mereşê hê jî mudaxileyî bi hezaran kavilan nehatiye kirin. Tê diyarkirin ku di bin kavilan de mirov hene. Li Kolana Trabzonê, Xaçerêya Azerbaycanê, Xaçerêya 15'ê Temmûzê û Xaçerêya Zubeyde Hanimê bi dehan kemçe li nav kavilan dixebitin û kavilan bera qamyonan didin. Lê belê ji xeynî kavilên li van kolan û xaçerêyan, di kuçeyan de jî gelek kavil hene û hê jî mudaxileyî van kavilan nehatiye kirin.    Ji ber toza ji kavilan radibe mirov ji bêgavî maskeyan bi kar dîtin. Her wiha ji xeynî tozê, her diçe bêhneke giran jî berbelav dibe. Tê diyarkirin ev bêhn a cenazeyên di bin kavilan de ne.    NÊZÎ 200 KES DI BIN KAVILAN DE NE   Gel ji bo hejmara miriyan, hemarine cuda dibêjin. Şêniyên bajêr diyar dikin ku hejmarên fermî ne rast in û li bajêr hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane li dor 15 hezaran e. Xebatkarekî AFAD'ê anî ziman ku ew wis atexmîn dikin ku nêzî 200 kes hê di bin kavilan de ne.    Operatorê kemçeyekê ku li Xaçerêya Azerbaycanê kavilan radike got: "Niha em bi piranî malên esnafan derdixin. Kesên eşyayên wan ên bi qîmet hene li vir sekinandî ne." Li Xaçerêya Azerbaycanê di dema rakirina kavilan de 2 cenaze hatin dîtin. Gava cenaze ji bin kavilan hatin derxistin bêhneke giran berbelav bû. Her du cenaze ji bo tespîtkirina nasnameyê rakirin morgê.    Li Kolana 15'ê Temmûzê hema bibêje hê jî mudaxileyî kavilan nehatiye kirin.    Mehmet Alî Aytekîn ku avahiya wî ya li Xaçerêya Zubeyde Hanimê ye û di erdheja duduyan de hilweşiya, anî ziman ku ji bo tespîtkirina xesarê her roj tê ber avahiyê û got: "Ez di konekê de dimînim. Di vê avahiyê de hin eşya hene, em hewl didin wan derxin. Hê xebat nehatiye kirin, nehatine."    MA / Ahmet Kanbal