Inglîza li Islehiyeyê bi cih bûbû di erdhejê de malbata xwe winda kir 2023-02-26 09:15:58 DÎLOK - Shanta Bulut ku ji Ingilistanê hatibû Islehiyeyê û li wir bi cih bûbû, di erdhejê de malbata xwe winda kir. Bulut, da zanîn ku 5 saetan di bin kavilan de hawara alîkariyê kir û bi saya cîranên xwe hatiye rizgarkirin.    Tevî ku bi ser erdhejê re 20 roj derbasbûne jî, li gundên navçeya Islehiye ya Dîlokê ku di erdhejê de hilweşîneke mezin lê çêbûbû pirsgirêka konan nehatiye çareserkirin. Şêniyên gundê Altinuzumê ku gelemperiya wan kurd in, dibêjin ku kon bi awayeke adilane nayên parvekirin. Gelemperiya şêniyên gund di bin konên li gorî derfetên xwe çêkirine de dimînin. Lê li şêniyên gund ên nêzî AKP’ê jî konteynir hatine belavkirin. Ceyrana gund tune ye û şêniyên gund li ser agirê ku li pêşiya konan vêdixin xwarina xwe çêdikin.    ‘HEKE AFAD BIHATA DÊ ME EW RIZGAR BIKIRANA’   Li gundê navborî gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û AFAD’ê tu alîkarî nedan. Kesên di bin kavilan de jî ji hêla cîranên wan ve hatine rizgarkirin. Welatî dibêjin; “Heke AFAD bihata dê me bikariya xizmên xwe yên di bin kavilan de rizgar bikira.”    MALBATA XWE WINDA KIR   Shanta Bulut, di îlona sala 2022’yan de ji Ingilistanê hate gundê Altinuzumê û li wir bi cih bû. Di erdhejê de hevjînê xwe, bavê xwe, birayê xwe û biraziyên xwe winda kir. Ji malbata wî tenê ew ji bin kavilan bi saxî hate derxistin. Bulut, niha li cem xizmên hevjînê xwe di bin konê de dijî. Bulut, zêdetirî 5 meh in li Tirkiyeyê ye û ji bo nêzî hevjînê xwe yê li Ingilistanê nas kiribû bibe, li gundê Altinuzumê bi cih bû. Bulut, qala pêvajoya piştî erdhejê kir.   ‘MIN 5 SAETAN JI BO ALÎKARIYÊ BANG KIR’   Bulut, got ku di dema erdhejê de ji bo parastina hevjînê xwe, xwe bi ser dadaye û bi destên xwe derdor girtî ye. Bi domdarî Bulut ev tişt anî ziman: “Piştre mal bi ser me de hilweşiya. Min 5 saetan hawara alîkariyê kir. 5 saet piştre welatiyên derdorê bi hawara min hatin. Ez û hevjînê min bi hev re ji bin kavilan hatin derxistin. Di wê navberê de hevjînê min pir kêm bêhn distand. Cîranên me ez û hevjînê min birin nexweşxaneyê. Di wê navberê de li tu deveran tu tîmên AFAD’ê tune bûn. Paşê ez paşve vegeriyam. Paşê dişa min ji bin kavilan derxistin. Wê jiyana xwe ji dest dabû. Tu tîmên lêgerîn-rizgarkirinê nehatibûn. Tu kes tune bû.”    ‘HEFTEYEK PIŞTRE KON ŞANDIN’   Bi domdarî Bulut destnîşan kir ku hefteyekê tu kon ji wan re nehatine şandin. Bulut, anî ziman ku şêniyên taxê hefteyekê neçar man ku di malên xwe yên bixesar de bimînin. Bulut, axaftina xwe wiha qedand: “Ez ê li Islehiyeyê bimînim. Ji bo demên pêş, tu planên min tune ne.”    MA / Firat Can Arslan