ATK'ê ji bo kesê êrişî cemxaneyan kir rapora 'mesûlîyeta wî ya ceza tam e' amade kir 2023-02-26 09:18:21   ENQERE - ATK'ê ji bo Ahmet Ozan Karacayê ku êrişî cemxaneyan kiribû, rapora "mesûliyeta wî ya ceza tam e" amade kir.    Saziya Tiba Edlî (ATK), ji bo Ahmet Ozan Karacayê ku di 20'ê Tîrmeha 2022'yan de li Enqereyê êrişî cemxaneyan kiribû, rapor amade kir. Di danişîna 30'yê Çileya 2022'yan de ya li Dadgeha Cezayê Asliye ya 63'yan a Enqereyê doza raporê hatibû kirin. Rapora hat amadekirin, daxilî nava dosyeyê hat kirin. Rapora ATK'ê, rapora "mesûliyeta wî ya ceza tune ye" ya Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê pûç kir.    'MESÛLIYETA WÎ YA CEZA TAM E'   Rapor ji aliyê du doçent û profesorekî ve hat amadekirin. Ji van doçent û profesoran yek jê Serokê Desteya Îhtisasê, yek jê Pisporê Tiba Edlî û yek jê jî pisporê Nexweşînên Demargiriyê ye. Di raporê de hatiye diyarkirin ku bersûc Karaca di 6'ê Sibatê de hatiye muaynekirin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku hişê Karaca li sera ye û wiha hat gotin: "Mesûliyeta wî ya ceza tam e."    'LI BER DARIZANDINÊ TU ASTENGÎ NÎN IN'   Danişîna duduyan a dozê dê sibê bê lidarxistin. Ji parêzerên dozê Umran Hakverdî rapora ATK'ê nirxand û got: "Rapora ATK'ê, rapora Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê pûç kiriye. Mesûliyeta ceza ya bersûc tam e. Li ber darizandina wî tu astengî nîn in. Dê ceza neyê kêmkirin. Ji lew re mesûlieyat wî ya cez atam e û dê sûdê ji tevdîrên ji bo nexweşînên demargiriyê yên di Qanûan Ceza ya Tirk de hatine diyarkirin negire."   Hakverdî destnîşan kir ku sedema hedefgirtina elewiyan, zimanê cihêkar ê desthilata heyî û poşîtîkayên wê yên di vî warî de ne.    Hakverdî bilêv kir ku ji bo ku bersûc bên cezakirin çi ji destê wan bê dê bikin û ji bo beşdariya li danişînê bang kir.    ÇI QEWIMÎBÛ?   Di roja ewil a Rojiya Muharremê de, di 30'yê Tîrmeha 2022'yan de, saziyên elewiyan rastî êrişine hevwext hatibûn. Kesê bi navê Ahmet Ozan Karaca, di dema îbadetê de êrişî Cemxaneya Şah-i Merdanê kiribû; li Komeleya Eleiyên Bektaşî ya Turkmenê jinek bi kêrê hat birîndarkirin. Her wiha Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk ên Tûzlûçayirê, Cemxaneya Ana Fatmayê, Komeleya Gokçebelê û Cemxaneya Serçeşme ya Batikentê rastî êrişan hatibûn.    Li Enqereyê Ahmet Ozan Karaca çûbû 4 cemxaneyan û bi kursiyan êrişî kesên li wir kiribûn. Di bûyerê de 2 kes birîndar bûbûn. Di lêpirsîna hatibû destpêkirin de ji bo Karaca rapora "hişê wî ne li sera ye" hatibû amadekirin. Dozgeriyê jî xwestibû li Karaca û 2 kesên alîkariya wî kirine 12 sal û 10 meh ceza bê birîn. Her wiha dozger xwestibû ku ger dadgeh jî bibêje "hişê bersûc ne li sera ye", wê gavê divê bersûc ji sûdê ji tevdîrên ewlehiyê yên ji bo nexweşînên demargiriyê bigire.    Di danişîna ewil a dozê de ku di 30'yê Çileya 2022'yan de hat lidarxistin, biryar hat girtin ku Karaca sewqî Saziya Tiba Edlî bê kirin, ji bo bê diyarkirin bê ka hişê wî li serê wî ye yan na.    MA / Enes Beyaz