Cîranên Ak ew rizgar kir, kurê wî konteynir şand: Bi navê dewletê kes li vir nebû 2023-02-26 11:07:47   DÎLOK - Welatiyê bi navê Omer Ak ê 70 salî û hevjîna xwe li Dîlokê di bin kavilan de mabû û bi saya cîranên xwe hatin rizgarkirin. Konteynira Ak tê de dimîne jî kurê wî ji Antalyayê şand.    Mala welatiyê bi navê Omer Ak ê 70 salî û hevjîna wî ya li gundê Cevîzlîdere ya navçeya Islehiye ya Dîlokê di erdhejê de hilweşiya. Ak û hevjîna xwe bi alîkariya cîranên xwe ji bin kavilan hatin derxistin. Her wiha kurê Ak jî bi derfetên xwe konteynirek çêkir û niha di bin de dijî. Ak, dibêje; “Bi rojan bi navê dewletê yek kesî jî gavek neavêt vê derê.”Ak, da zanîn ku piştî ji bin kavilan hatî derxistin birine nexweşxaneyê lê hêj nehatiye tedawîkirin paşve hatiye şandin.    DI KONTEYNIRÊ DE DIJÎ   Ak, konteynira li pêşiya mala xwe nîşan dide û wiha dibêje: “Bila kesek nebêje dewletê ev li vir daniye. Kurê min ji Antalyayê şand. Tu alîkarî bo vî gundî nehatin şandin. Heta keyayê gund jî gav neavêtiye gund. Cîranên min niha ji xwe re bereqeyan çêdikin. Texte ji Dortyolê anîn. Piştî hilbijartinê êdî dê kesek li rûyê me nenihêre. Heta hilbijartinê çi kiribin hema dê bi wan bimînin.”    DI ROJA 19’AN DE KON PEYDA KIR   Ji şêniyên gund Mûstafa Yilmaz ku yek ji wan kesên malbata Ak ji bin kavilan rizgarkirî bû, diyar kir ku kon di roja 4’an a erdhejê de hatine şandin û ev tişt anî ziman: “Lê di roja 19’an a erdhejê de kon dan min. Xelk perîşe bûye. Di belavkirina konan de bêedaletiyê dikin. Min bi navê AFAD’ê li vir tiştek nedîtiye. Piştî çend rojan li Islehiyeyê navenda koordînasyonê hatiye avakirin.”    Îbrahîm Şahîn jî got ku li gund 7 kes ji bin kavilan derxistine û wiha bi dawî kir: “Me jinmama min ji bin kavilan derxist. Li nexweşxaneyê lingê wê birîn. Bijîşk got; ‘hûn dereng man. Heke hûn dereng nemabûna dê me bikariya lingê wê xelas bikira.’ Em neçar man ku bi wesayîta xwe bibin nexweşxaneyê.”