Tûpeke Tunêla Erkenekê tevî xesarê jî vekirî tê hiştin 2023-02-26 11:24:11   MELETÎ - Piştî erdhejên Mereşê tûpekê Tunêla Erkenekê hatibû girtin. Tevî ku xesara giran jî hêjta tûpekê wê ji hatin û çûnê re vekirî hatiye hiştin.    Di encama erdhejên Mereşê de li gel hilweşîna avahiyan, her wiha ziyaneke mezin gihişt “Rêyên duble” ku îktîdarê pesnê wan pir dida. Demekî kin piştî erdhejê, gelemperiya rêyên digihiştin bajar qelişîn, xijiyan û tebiqîn. Lewma di gihandina alîkariyan a bo bajar de pirsgirêkên mezin derketin. Yek ji rêyên di vê çarçoveyê de ziyaneke mezin gihiştiyê jî Tunela Erkenekê ya li ser Rêbeja Meletî-Edeneyê ye ku di 30’ê gulana 2017’an de bi “Merasîmeke biheybet” hatibû vekirin, cottûpên wê hene û bi dirêjiya hezar û 816 metreyan e.    Ji bo tunela behsa xeberê 252 milyon TL hatin xerckirin û herêma Behra Spî bi herêmên hundir ve girê dide. Tûpekê tunelê di erdhejê de xesar gihiştê û ji trafîkê re bi temamî hate girtin. Li gel ku tûpê din ê tunelê xesarekê mezin gihiştiyê jî ji hatin û çûnê re nehatiye girtin. Hem kaşankeyên tunelê û hem jî rexên tunelê derizîne û parçeyên betonê yên ji van derizînan ketin xwarê jî li ser payarêyan hatine komkirin.    Ji bo tunela behsa xeberê ku xetereyeke mezin çêdike, tu tevdîr nehatine girtin. Li seranserî rê ji ber ku hêj tu xebat nehatine kirin, hatin û çûn tenê li ser şerîdekê tê kirin.    MA / Dilgeş Ruvanas