Li Semsûrê bûyerên gurîbûnê zêde dibin 2023-02-26 12:23:53   SEMSÛR - Hevserokê Şaxa SES a Êlihê Denîz Dopkan da zanîn ku li Semsûrê bûyerên gurîbûnê zêde dibin û wiha got: “Divê li dijî xetereya nexweşiyên şewbê tevdîr bên girtin.”    Xeteya belavbûna şewbê ya li Semsûrê her ku diçe zêdetir dibe. Di encama erdhejê de li bajar zêdetirî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedhezaran welatî jî ji malên xwe bûn. Bi erdhejê re heta demekî dirêj av û ceyrana bajar tune bû û di van rojên dawî de hêdî hêdî tên dayîn. Lê belê bûyerên gurîbûnê û sipih ketinê zêde dibin.    TENDURISTVAN HIŞYARIYAN DIKIN   Bi boneya pêşwazîkirina xizmetên tenduristiyê, Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û şaxên Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ên Amed, Êlih, Colemêrg û Rihayê, ji roja ewil a erdhejê heta niha li herêmê xebatan dimeşînin. Di vê çarçoveyê de li navenda bajar, navçe û gundan kontrolên tenduristiyê hatin kirin, nexweşên kronîk şopandin û di gelek aliyên din ên xizmetê de alîkarî dan xelkê bajar. Xebatkarên tenduristiyê, ji bo nexweşiyên şewbê jî gel hişyar kir.    Hevserokê Şaxa SES’ê ya Êlihê Denîz Topkan, têkildarî pirsgirêkên tenduristiyê yên li bajar axivî. Topkan, da zanîn ku ji bo parvekirina êşa gel hatine herêmê û wiha got: “Me heta niha li nêzî 300 gundan xizmetên tenduristiyê dan. Hêj jî pirsgirêka konan heye û li deverên kon lê hatine vedan jî pirsgirêkên cidî hene. Divê dewlet konteyniran vede û li qadên şexsî konan vede lê konbajaran ava dike. Li cihên wiha jî te bivê û nevê jî pirsgirêkên hîjyenê rû didin. Her wiha ji ber ku xurek kêm in, laşê mexdûran nikare baş li ber xwe bidin û xetereya nexweşiyên şewbê bi xwe re tîne.”    BÛYERÊN GURÎBÛNÊ ZÊDE DIBIN   Bi domdarî Topkan diyar kir ku di demên dawî de bûyerên spî ketinê û gurîbûnê zêde dibin û wiha domand: “Ji ber bandora hewayê sar û pirsgirêka xwegermkirinê ya di bin konan de, enfkeksiyonên hilmijîna jor zêde bûne. Nexweşiyên bi heman rengî, bi taybet jî girêdayî hîjyenê nexweşiyên cuda rû didin. Nexweşiyên herî zêde em jê ditirsin jî ew e ku ji ber daşirên hevpar kolera û dîzanterî rû bidin. Lê di halê hazir de nexweşiyên spî ketin û gurîbûnê hene. Dema di kesekî de nexweşiya gurîbûnê dest pê kir, heke deverekê bihîjyen nebe, li kesên din jî belav dibe.”   TEVDÎR   Topkan, axaftina xwe wiha qedand: “Kesên bi nexweşiya gurîbûnê dikevin, gelemperî navbera tiliyên wan dixurin. Di jinan de jî gelemperî serê memikan, binkefş û navron dixure. Şerm dikin vê rewşê vebêjin lewma nabêjin. Lê divê neyê veşartin û bibêjin. Divê zû were teşhîskirin. Gelemperî jî ev nexweşî li konbajarn rû didin. Ji betaniyeyê heta her tiştekî divê paqij bên girtin. Hewceye şertên wan ên hîjyenê baş bin. Banga me ji bo kesên di bin konan de dimînin ew e ku bila serê xwe bişon, heke bûyerên gurîbûnê hebin bila ew qad bên îzolekirin û ew qad her tim bê hewadarkirin. Divê kesek nekare bikeve wan qadan. Divê cilên wan di avake pileya germahiya wê 60 de bên şûştin, cilên wan 72 saetan di kîsekî de bên sekinandin. Divê teqez ji bo van kesan serşok bên peydakirin. Divê dewlet tavilê derbasî qadên konteynirê bibe. Divê li her herêmê cilşok bên avakirin. Em dizanin ku heke tevdîr neyên girtin dê rê li ber nexweşiyên pir talûke vebibe.”    MA / Omer Akin - Zerrîn Sargut