Hatîmogûllari: Xelkê Hatayê bifikar e ku ji xaka xwe were derxistin 2023-02-26 13:40:48   HATAY - Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari ku diyar kir ku ji saetên destpêkê yên erdhejê ve torên piştevaniya civakî ava kirin û wiha got: “Xelkê Hatayê bifikar e ku ji xaka xwe werin derxistin.”    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari ji roja destpêkê ya erdhejê heta niha li bajarê xwe Hatayê ye. Hatîmogûllari got ku dewlet li Hatayê di bin kavilan de maye.    Hatîmogûllari diyar kir ku tevî 20 roj bi ser erdhejê re derbasbûne jî dewlet hêj li qadê xuya nake û wiha got: “Lewma jî di nava xelkê bajarên Hatay, Mereş û Semsûrê fikareke wiha peyda bûye; heta niha dewletê ji ber cudahiyên etnîkî û olî her tim ev herêm paşguh kiriye û tune hesibandiye. Ev herêm her tim ji xizmetên cemaweriyê bêpar hatin hiştin. Di erdhejê de jî bi tenê hatin hiştin. Me li vir xerabeya terkexemiyê ji her alî ve jiya. Me xerabtirîn îktîdar, dewlet û feraseta siyasî li vir dît. Nizanim tiştekê ji vê xerabtir heye yan na. Civak di ferqa vê cihêkariyê de ye. Dewlet tune bû, tîmên alîkariyê nehatin, nehiştin ku kesên dilxwaz, tîmên şaredariyan û madenvan di dema xwe de bi hawara gel bên.”    'GEL NAXWAZE BIÇE KONBAJARÊN DÛRÎ TAXAN’    Bi domdarî Hatîmogûllari destnîşan kir ku konbajar li hinek deverên diyar hatine avakirin û wiha pê de çû: “Ev herêm ji taxan dûr in lewma kesek naxwaze biçe wan deveran. Xelk naxwaze taxên xwe, alavên xwe, sewalên xwe û rez û baxçeyên xwe biterikîne. Xizmên hinek kesan jî hêj di bin kavilan de ne. Xelk dixwaze ku konên wan li taxên wan, li cem malên wan û li baxçeyên di erdhejê de ziyan negihijê bên danîn. Me gelek caran ev mijar vegot lê dîsa bi ya xwe kirin û kon li deverên herî dûr vedan. Divê sazî ji bo rewşên karesatê bên xurtkirin. Di serdema AKP’ê de Heyva Sor tenê weke nav ma. Rewşa AFAD’ê jî hêj xerabtir bû. Di destê kesên bi pêşmalkên AFAD’ê tev li xebatan bûn de tu alav tune bûn. Lê dewletê digot; ‘em ji bo erdheja herî mezin amade ne.’ Derket holê ku ji bo tu tiştekî amade nebûn. Mirov terkî mirinê kirin. Ne tenê yên di bin kavilan de lê yên sax mayîn jî terkî mirinê kirin. Hêj pirsgirêka konan nehatiye çareserkirin. Her wiha pirsgirêka xurek, xwarin û alavên hîjyenê heye. Pirsgirêka daşir û serşokan jî hêj didome. Ev bû 20 roj gelek kesan hêj serê xwe neşûştine. Ev jî rê li ber nexweşiyan vedike. Dewletê hêj peywira xwe bi cih neaniye.”    'TIRSA KU JI XAKA XWE BÊN DERXISTIN’   Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha qedand: “Xelkê Hatayê bifikar e ku ji xaka xwe bê derxistin. Welatiyên ku malên wan di erdheja yekemîn de tu xesar lê nebûye, di erdheja duyemîn re weke ku xesareke giran lê çêbûye hatine nîşandan. Şêniyên Samandagê digotin; ‘li mala me nenihêrtine lê ji ewil ser e-devletê kêmxesar nîşan dabû û niha jî zêdexesar nîşan dane.’ Ev rewş li gelek cihan heye. Hinek kes li ser e-devletê rûniştine û li gorî serê xwe şîroveyan dikin. Bêyî ku avahiyan lêkolîn bikin, biryara rûxandinê didin. Gel dibêje; ‘AKP dixwaze bajar li gorî serê xwe ava bike.’ Îktîdarê, hêviya gel tune kiriye. Di mijara avakirina bajar de yek gotineke wan a dilê gel rehet bike tune ye. Di hilbijartinê de ev îktîdar dê di rejîma qesrê di bin kavilan de bimîne.    Ji saetên destpêkê yên erdhejê ve torên piştevaniya civakî hatin avakirin. Ev tor hêj jî xebatên xwe bi awayekî sîstematîk didomînin. Xwestin bi rêya tayînkirina qeyûman pêşî li ber alîkariyan bigirin. Heke ji vir û şûnde heman tiştan bikin, dê li rastî berteka gel bên.”    MA / Mujdat Can