Binpêkirinên li dijî rojnamegeran di dema erdhejê de jî nesekinin! 2023-02-26 15:15:03   AMED - DFG’ê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li dijî rojnamegeran parve kir. DFG’ê da zanîn ku di erdhejê de 25 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Li dijî rojnamegeran 14 êriş hatin kirin, 4 binçavkirin çêbûn, 5 caran rastî miameleya xerab hatin, 19 caran hatin astengkirin û 6 lêpirsîn hatin desptêkirin.”    Komeleya Rojnamegeran a Dîcley Firatê (DFG) rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li dijî rojnamegeran a di dema erdhejê de parve kir. Rapor, li ser malpera komeleyê hate parvekirin û hat bibîrxistin ku di encama erdheja navenda Mereşê de zêdetirî 44 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.    Rapora DFG’ê wiha ye:   “Roja 6’ê Sibatê di encama du erdhejên ku navenda xwe Mereş çêbûn û de bandora xwe li 11 bajaran kir. Erdhejê rê li ber karesateke mezin vekir. Li gor daneyên fermî; 44 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Di erdhejê de bajar û navçe hilweşiyan, gund wêran bûn. Rojnamegeran jî bi erdhejê re dest bi karê xwe yê li qadê kirin. Hewl dan ku li gorî hêza xwe karesatê heyî ji her alî ve bi raya giştî ya cîhanê re parve bikin. Di karesatê de hempîşeyên me jî jiyana xwe ji dest dan.    25 ROJNAMEGERAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Di erdhejê de li Semsûrê rojnamegerên bi navên Burak Alkuş, Hîdayet Ozdemîr Ozdemir, Îskender Korkut, Kemal Oner, Muhammed Akan, Ruhî Akan, Yunus Emre Doxan, Zubeyîr Pektaş, Îsmaîl Hakki Koçak, Fatîh Bayin, Bariş Can Tabakçi, li Hatayê rojnamegerên bi navên Ayşe Fîgen Arl, Burak Mîllî, Gokhan Aklan, Îzzet Nazli, Neşet Alkan, Erhan Yilmaz, Mehmet Tekîn, Hasan Seîd Okay û Berkay Akay, li Mereşê rojnamegerên bi navên Mûstafa Yuzbaşioxlû, Azîz Çevlîk, Fatîh Nalbantbaşi, li Edeneyê rojnamegera bi navê Meltem Ozgen û li Dîlokê jî rojnameger Fatma Erdogan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan.    Heke em bi zimanê karesatê bêjin: ‘26 rojnameger di erdhejê de di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan.” Em baş dizanin ku gelemperiya van hevpîşeyên me ji ber destwerdana dereng, di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Di serî de li Edene, Meletî û Hatayê hevpîşeyên me yên ku ji karesatê filitîn jî ji ber hilweşîna buro û kargehên wan, an di bin konan de yan jî yekser li qadê dest bi xebatê kirin. Bi hilweşîna buro û kargehên rojnamegeran re li gel alavên rojnamegeriyê, her wiha arşîv jî di bin kavilan de man.    ROJNAMEGER HATIN ASTENGKIRIN   Desthilatdariya ku ji her aliyê ve kêm ma û dereng dest bi alîkariya vê karesata mezin kir, di mijara ragihandina Rewşa Awarte (OHAL) de qet dereng nema. Bi biryara OHAL’ê re demildest rê li ber rojnamegerên girt ku li qadê û li ser kavilên karesatê bûn û nehişt dîmenên erdhejê bikşînin. Hêzên polîs, leşker û paramîlter ên girêdayî wan ji rojnamegeran ‘qerta turkuazê’ û belgeya destûrê ya ku ji walîtiyê tê standin xwestin. Ev destûr û ‘qerta turkuazê’ jî tenê dan rojnamegerên alîgir. Li qadê rojnameger hatin binçavkirin. Ew bi ‘sextekariyê’ û bi ‘weşandina agahiyên nerast’ tewambar kirin. Qanûna Sansûrê ya ku em weke DFG û sazî û komaleyên din ên pîşeyî li dij derdiketin, di vê pêvajoyê de xistin meriyetê.    HESABÊN ROJNAME Û MALPERAN HATIN GIRTIN   Li gel rê û rêbazên astengkirinan û sansûrê, her wiha qada medyaya civakî jî qedexe kirin. 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê biryara astengkirina 340 URL’yan da ku di nav wan de malperên înternet û yotube jî hene. Twîtterê, hesabên tekane rojnameya kurdî ya tê çapkirin Xwebûn û NûJINHA ku di çarçoveya herêma Rojhilta Navîn de bi hişmendiya jina azad weşanê dike, girt.    EM Ê HEMPÎŞEYÊN XWE BI TENÊ NEHÊLIN   Le gel hemû astengî, zext û sansûrê jî rojnamegeran li qadê karên xwe kirin. Erdhej, hilweşîn, şer her wiha çi dibe bila bibe rojnamegerên li ser şopa lêgerîna heqîqetê dê xwe ji qadê venakêşin. Şert û merc çawa bin jî em dest ji pênûs û wênekêşa xwe bernadin. Em weke DFG’ê dê di tu şert û mercan de hevalên xwe bi tenê nehêlin.    Rojnamegerî sûc nîne. Di meha sibatê de li dijî rojnamegeran 14 êriş hatin kirin, 4 binçavkirin çêbûn, 5 caran rastî miameleya xerab hatin, 19 caran hatin astengkirin û 6 lêpirsîn hatin desptêkirin.    CEZA Û REŞKIRINA EKRANAN   Di heman demê de RTUK’ê ji bo 2 dezgehên weşanê ceza birî, ji van du jê cezayên qedexeya weşanê bûn, 4 jê cezayê pereyan û ji bo televîzyonekê jî 3 rojan cezayê reşkirina ekranê hate dayîn. Her wiha Saziya Teknolojiyên Agahiyan û Ragihandinê 2 malperên înternetê girt, 2 caran asteng kir û ji bo 345 parvekirinên medyaya civakî jî biryara astengkirinê da.    Em careke din bi vekirî dibêjin; #RojnamegerîNeSuçE#RojnamegerîNayeAstengkirin