Malbata Şenyaşar: Em bêdeng nebûn û dê bêdeng nemînin 2023-02-26 15:21:25   RIHA -  Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome. Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam da: “Em li dijî komkujyê tu carî bêdeng neman û dê nemînin.”   Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê îro di roja 706’an de berdewam kir. Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye di betlaneyê de ye, malbatê çalakiya xwe li mala xwe domand.    Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Piştî erdhejê, gel her tiştî dide ber çavan û diaxive. Êdî dîwarên tirsê hilweşiyan. Ji sala 2018’an roja em rastî komkujiyê hatin heta niha em tu carî bêdene neman û dê bêdeng nemînin. Heta ku digihijin heqê xwe dê têkoşîna me bidome.”