'Ji bo pêşîlêgirtina koçberiyê dem dema piştevaniyê ye’ 2023-02-26 15:41:48   MELETÎ - Şandeya ku li Meletiyê çû serdana konê piştevaniyê yê DAD’ê wiha got: “Ji bo gelê me terka xak û malên xwe neke, dem dema piştevaniyê ye.”    Hevserokên Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Mûsa Kulu û Saîme Topçu, rêveberên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olê (DÎAYDER), Hevberdevkên Maseya Îslamê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîba Keskîn û Emîn Ay û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Nîmetûllah Erdogmuş çûn serdana konê piştevaniyê yê li Taxa Cemal Gursel a Meletiyê ji hêla DAD’ê ve hatiye vegirtin. Li ser navê şandeyê Hevserokê DAD’ê Mûsa Kulu daxuyanî da û bal kişand ser rewşa zarokên bêrefeqet û da zanîn ku dê li ser vê mijarê bisekinin.    'DEM DEMA HEVGIRTINÊ YE’    Piştre jî Hevberdevkê Maseya Îslamê ya HDP’ê Emîn Ay axivî û ev tişt anî ziman: “Erdhej, karesateke xwezayî ye lê ji ber ku di hişmendiya îktîdarê de ji mirovan zêdetir rant girîng e, karesateke wiha mezin derket holê. Piştevaniya me ya bi her 10 bajarên erdhej lê çêbûye re didome. Em niha li pêşiya konê DAD’ê ne. Divê hemû kes piştevaniyê bi mexdûrên erdhejê re bike. Ji bo ku xelkê me xak û malên xwe neterikînin, dem dema hevgirtin û piştevaniyê ye. Heke ber bi derve pêleke koçberiyê dest pê bike, ev yek dê bo me bibe erdheja duyemîn. Ji bo pêşîlêgirtina vê jî hewceyî bi piştevaniyê heye.”    Şande, piştre jî derbasî mala şînê bû.