ÇHD: Polîsan li Antakyayê îşkence li 3 kesan kirin 2023-02-26 16:40:10   STENBOL - Komîsyona Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê ya ÇHD’ê da zanîn ku welatiyê bi navê O.T. û 2 biraziyên xwe li Antakyayê ji hêla polîsên tîmên taybet ve hatin îşkencekirin.    Komîsyona Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) da zanîn ku ji şêniyên Antakyayê O.T. û 2 biraziyên xwe di şeva 24’ê sibatê de li kolana lê diman ji hêla polîsên tîmên taybet ve hatine îşkencekirin. Komîsyonê têkildarî bûyerê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev daxuyanî da:    “Bi qontaxên çekan li serê miwekîlan xistin, li naverasta kolanê îşkence lê hat kirin, telefonên wan bi darê zorê jê hatin standin û lê nihêrtin û piştre jî hatin berdan. Miwekîl O.T. ji ber îşkenceyê demekî kin hişê xwe winda kir. Ji ber îşkenceyê, miwekîl travma derbas kir û heta astekê bîra wî çûye. Di encama tetkîkên tenduristiyên yên di tevahiya şevê de, miwekîlan di 25.02.2023’yan de li gel endamên me îfade dan û giliyê polîsên tîmên taybet ên îşkence li wan kiribûn, kirin.”   POLÎSAN XWEST KU GILIYÊ XWE PAŞVE VEKIŞÎNIN   Di heman demê de komîsyonê destnîşan kir ku polîsan bangî O.T. kiriye û li Midûriyeta Emniyetê ya Antakyayê zext lê kirin ku giliyê xwe paşve vekişîne. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Yên ku îşkence kirin û yên hewl didin ser bigirin jî ji heman sûcî berpirsyar in. Divê derheqê hemû berpirsyaran de tavilê lêpirsîn were destpêkirin.”