Polîs û zabiteyan zext li welatiyan kirin ku konên xwe rakin 2023-02-26 19:09:06   AMED - Li navçeya Rezanê welatiyên ku bi derfetên xwe kon vedan, polîs û zabitayan zext li wan kirin ku konên xwe rakin. Welatiyan bertek nîşan da û konên xwe ranekirin.    Li Kolana 622'yan a Cadeya Lefkoşa ya Taxa Şêx Şamîl a navçeya Rezana Amedê welatiyên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne û ji malên xwe derketine bi derfertên xwe di nava zeviyekî vala de 5 kon vedane. Polîsan û zabiteyên şaredariya Rezanê zext li welatiyan kirin ku konên xwe rakin. Li ser vê yekê 3 kon ji hêla welatiyan ve hatin rakirin û welatiyên her du konên din jî bertek nîşan dan. Welatiyan destnîşan kirin ku ew ditirsin bikevin malên xwe û ji ber vê li vir dimînin.    Piştre keyayê taxê hat û daxilî mijarê bû û di navbera welatiyan û rayedaran de hevdîtin hatin kirin. Di encama van hevdîtinên ku car bi car nîkaq derdiketin de xwesteka welatiyan bi cih hat û biryara bila kon li vir bimînin hat dayîn.