Alîgirên Beşîktaşê bi dirûşma ‘hikûmet îstîfa’ stad hejandin 2023-02-26 20:00:14   STENBOL - Dirûşma “hikûmet îstîfa” ku li stadên futbolê dest pê kirin, îro jî dewam kir. Bi hezaran alîgirên Beşîktaşê li Stada Vodafone Park di maça Beşîktaş û Antalyasporê de dirûşma “hikûmet îstîfa” berz kirin.    Dirûşma “hikûmet îstîfa” li Tirkiyeyê her ku diçe berbelavtir dibe. Ev dirûşm ewilî di maça Fenerbahçe û Konyasporê de ku di 25’ê sibatê de li stada Fenerbahçe hat lîstin dest pê kir.    Îro jî li Stada Beşîktaşê ya Vodafone Parkê (Înonu) ya li Stenbolê di maça Beşîktaş-Antalyasporê de dirûşma “hikûmet îstîfa” hat berzkirin. Beriya maç dest pê bike bi deh hezaran alîgirên her du tîman bi yek carê dirûşma “hikûmet îstîfa” berz kirin û bi vê dirûşmê rexne li hikûmetê kirin ku di erdhejê de kêm û dereng ma. Di kêliya destpêka maçê de alîgiran ji bo mexdûrên erdhejê stûpêç, kum û pêlîstokan avêtin sehê û ji ber vê maç kêliyek rawestiya.    Duh jî di maça Fenerbahçe-Konyasporê de bi deh hezaran alîgir dirûşma “hikûmet îstîfa” berz kiribûn û alîgiran nêrîna xwe diyar kir û gotin: “Derew, derew, derew, xapandin, xapandin, xapandin 20 sal çêbû, ûlan îstîfa bike.”