Raporên kêmxesar didin mexdûrên erdhejê: Heke kêmxesar be hûn werin rûnin 2023-02-27 09:02:03 MEREŞ - Mexdûrên erdhejê yên li Elbistanê ku raporên kêmxesar dane malên wan dibêjin, “Heke kêmxesar be bila rayedar werin li van xaniyan rûnin.”    Bi ser erdhejên ku navenda wê navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê ne 21 roj derbas bûn. Li gelek taxên Elbistanê bi roj û şev rakirina kavilan û tespîtên xesarê didomin. Beşekî mezin ê xelkê navçeyê li dijî xebatên tespîtê bi bertek in. Gelek mexdûrên erdhejê gotin tevî ku malên wan xesarên giran dîtine jî lê bi hêceta ku kolon neşikestine rapora kêmxesar dane wan. Mexdûrên erdhejê bi fikar in k udi erdhejek muhtemel de malên wan ku rapora kêmxesar dane wan hilweşin.    ‘KAROT NEGIRTINE Û ÇAWA DIBE KU KÊMXESAR DIDIN’    Bayram Dag ê ku bi salan di sektora înşaetê de xebitî diyar kir ku rapora kêmxesar dane mala wî û got: “Li gorî zanebûna min divê bêyî ku karot ji zemîna xanî neyê girtin nikarin rapora kêmxesar bidin. Lê rapora kêmxesar dane mala me. Ji ber erdhejok çêdibin derzên li mala me her ku diçe fireh dibin. Dibêjin kolonên mala we saxlem in û lewma rapora kêmxesar didin. Du avahiyên mezin li kêleka avahiya me hilweşiyane. Dixwazin em bên kuştin. Heta ku karot negirtin nikarin rapora kêmxesar bidin.”    ‘ERDHEJEK DIN ÇÊBIBE EM Ê DIN AVAHIYÊ DE BIMÎNIN’    Hatîce Gunay jî da zanîn ku mala wê li qata zemînê ye û rapora kêmxesar dane. Gunay anî ziman ku mala wê nesaxlem e û got: “Giraniya avahiyê li ser qata zemînê ye. Em sê kes li malê dimînin. Felaketek din were wê mala me hilweşe. Em ê di bin de bimînin. Hemû dîwarên mala min teqiyan e. Di malpera e-devletê de rapora kêmxesar dane mala min. Heke ku kêmxesar be bila ew rayedar werin li mala me rûnin. Em ê ji neçarî li çareya xwe binêrin. Tu dahatek me nîne. Hevjînê min nexweş e. Hemû eşyayên me me şikestine û tiştek saxlem nemaye.”    MA - Yusra Batihan - Adnan Bîlen