‘Wesayîta cenaze nedane, law bavê xwe di hembêza xwe de biriye goristanê’ 2023-02-27 10:55:55   MEREŞ - Ûlaş Kabak behsa tiştên li Mereşê qewimîn kir û diyar kir ku cenaze li salona sproê hatin komkirin, wesayîta cenaze jî nedan xelkê û got: “Law bavê xwe di hembêza xwe de bir goristanê. Mirovan li vî bajarî êşa xwe nekişand.”    Di erdhejên navenda wê navçeya Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bûn, karesatek mezin li pey xwe hişt. Bi hezaran kes li navend û navçeyên Mereşê jiyana xwe ji dest dan. Li navçeyên Onîkîşûbat û Dûlkadîroglû kavilên xaniyan tên rakirin. Hê jî ji bin kavilan cenaze tên derxistin û bênavber rakirina kavilan jî pêk tê. Gelek kavil li kolana li benda rakirinê ne. Tê gotin roja erdhejê şewat jî derketine û gelek mirov şewitîne û jiyana xwe ji dest dane. Wek li bajarên din li navenda Mereşê jî tîmên rizgarkirinê dereng mudaxileyî kavilan kirine ku mirovan ji bin derxin û di roja duyemîn de mudaxile hatiye kirin.    Ûlaş Kabak ê ji destpêka erdhejê ve li bajêr bi dilxwazî dixebite û hewl dide ji mirovan re bibe alîkar behsa tiştên li bajêr qewimîne kir.    ROJA EWIL KES TUNE BÛYE    Kabak da zanîn ku roja ewil a erdhejê temamê bajêr di tariyê de maye û yên ji malên xwe derneketin di bin kavilan de man û çar rojên ewil ragihandin bi temamî qut bûbû. Kabak anî ziman ku roja ewil ji bilî çend polîs û makîneyek kar kes tune bû û xelk li benda rizgarkirinê bû. Kabak diyar kir ku heta 48 saetan bajêr bêkes mabû û tu amûr û makîneyên rizgarkirinê nebûn.    HETA 72 SAETAN KES NEBÛYE    Kabak da zanîn ku tîmên rizgarkirinê piştî 72 saetan hatine bajêr û ew jî gelek belawela dixebitîn. Kabak da zanîn ku 4 xizmên wî di bin kavilan de canê xwe ji dest dane û kurapê xwe jî piştî 72 saetan ji bin kavilan rizgar kiriye. Kabak got ji ber ku tîmên rizgarkirinê nebûn ew bi dilxwazî tev li xebatan bûye.    ‘XELKÊ CENAZEYÊN XWE DI HEMBÊZA XWE DE BIRIN GORISTANÊ’    Kabak her wiha balê dikişîne ser bûyerên xemgîntir û anî ziman ku ji ber şewatên li bajêr derketine gelek mirovan canê xwe ji dest daye û komên agirkujiyê jî li hawara xelkê neçûne û xelkê di nava agir de canê xwe ji dest dane. Kabak diyar kir ku cenaze li salona sproê hatin komkirin, wesayîta cenaze jî nedan xelkê û got: “Law bavê xwe di hembêza xwe de bir goristanê. Mirovan li vî bajarî êşa xwe nekişand. Hê jî li bajêr pirsgirêka konan û konteyniran heye. Hê jî mirov bêkon mane. Ev pirsgirêk ji bo xelkê Mereşê karesatek duyemîn e.”    MA / Ahmet Kanbal