Ji bajar tenê kavil, toz û dûman ma 2023-02-27 12:00:25   SEMSÛR - Di encama erdhejê de li Semsûrê derdora 30 hezar û 521 avahî êdî kesek nema dikare tê de bihewe. Molozên bajar li rex rûbaran tên xalîkirin û girên mezin çêbûne. Piştî rakirina kavilan, li bajar tozeke zêde çêdibe û xetereyeke mezin li ser tenduristiya gel çêdike.    Li gorî rapora Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê, li Semsûrê 2 hezar û 349 avahî hilweşiyan. Di van avahiyên hilweşiyayîn de bi giştî 9 hezar û 844 daîre hebûn. Her wiha 10 hezar û 549 avahî xesarekê mezin gihiştiyê yan jî divê tavilê bên hilweşandin. Di van avahiyan de jî 30 hezar û 521 daîre hene. Li gel vê, her wiha 5 hezar û 54 ticaretxane hilweşiyan an jî xesarekê mezin gihiştê, 350 gov herifîn an jî xesareke mezin gihiştê.    10 HEZAR Û 549 AVAHÎ Û 30 HEZAR Û 521 DAÎRE    Li Semsûrê herî zêde avahî li navenda bajar hilweşiyan. Li navçeya Sergolanê 614 avahî, li Kolikê 168 avahî û li Besniyê jî 125 avahî hilweşiyan. Ji 4-5 rojên piştî erdhejê ve bi kemçeyan ketin avahiyên hilweşiyayî. Kavilên gelek avahiyan hatin rakirin û li rex rûbaran hatine valakirin. Rûbarê Egriyê yê li pêşiya Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB), ji ber molozên li wir tên valakirin, hema hema tije bûye. Her roj bi sedan kamyon ji deverên cuda yên bajar molozan kom dikin û girên mezin ên molozan çêbûne.    CENDIRME LI SER MOLOZAN NOBETÊ DIGIRIN   Cendirme, 24 saetan li ser deverên moloz lê tên xalîkirin nobetê digirin. Ji bilî kesên molozan xalî dikin, nahêlin tu kes xwe nêzî deverên molozan bikin. Cendirme bi hinceta “Ji bo parastina tiştên binirx ên ji nava molozan derdikevin” ji herêmê naçin û nahêlin tu kes bikeve van herêman.    XETEREYA PENCEŞÊRÊ   Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên bajar jî ewrên tozê yên piştî rakirina kavilan li bajar derdikevin in. Ji ber ku dema kavil tên rakirin av lê nayê reşandin, tozeke zêde radibe û ev toz dike ku di rêya jor a hilmijînê nexweşî rû bidin. Di heman demê de di serî de absest, gelek gazên rê li ber penceşêrê vedikin ên weke radonê jî tev li hewa dibin. Dema ev hewa demekî dirêj tê kişandin jî rê li ber penceşêra pişikê vedike. Di vê mijarê de hişyarî tên kirin lê dîsa jî sepana rakirina kavilan mîna xwe didomin.    MA / Omer Akin