Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû 2023-02-27 12:34:51 MELETÎ - Li navçeya Çermiktî ya Meletiyê bi pileya 5,6 erdhej çêbû.    Saet di 12.04’an de li navçeya Çermiktî ya Meletiyê bi pileya 5,6’an erdhej çêbû. Hat zanîn ku erdhej bi 6,96 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye. Erdhej li navçeyên derdorê jî hate hîskirin.    Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) pileya erdhejê weke 5,6 û Rasatxaneya Kandîlliyê jî weke 5,5 ragihand.